Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump da
zanîn ku Tehranê ji bo peymanekê rasterast pêwendî bi wan re daniye û got,
"Ez hêvî dikim ku em ber bi dawiya şer ve diçin."
Donald Trump ji bo beşdarbûna çalakiyekê çû eyaleta
Karolînaya Bakur û dema ji balafirê daket daxuyanî da rojnamegeran.
Trump diyar kir ku desthilata Îranê ji bo ku peymanekê îmze
bike "rasterast" pêwendî bi wan re daniye û anî zimên ku Tehran
peymanekê dixwaze.
Trump li ser pirsa “Amerîka di kîjan qonaxa şer de ye?” got,
"Ez hêvî dikim ku em ber bi dawiya şer ve diçin."
Trump li ser hewldanên Tehranê wiha axivî:
"Îran gelekî dixwaze peymanekê bike, em dê bibînin bê
ma ev pêvajo dê çawa bi dawî bibe."
Trump piştî pirsa “Gelo agahî rasterast ji Îranê gihîştiye
te yan bi rêya navbeynkaran?” eşkere kir ku wî "rasterast agahî
wergirtiye."



