Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolerên Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku "bingeheke temam a guncav" heye ji bo ku bawerî bi wê yekê were kirin ku Amerîkayê li Îranê li dijî welatiyên sivîl tawanên şer kirine.
Her wiha welatiyên Îranê ji aliyê hikûmeta welatê xwe ve jî rûbirûyî "binpêkirinên mezin ên mafên mirovan" bûne.
Di rapora xwe ya nû de ku biryar e roja duşemê pêşkêşî Encumena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî were kirin, lêkolerên serbixwe ji 47 welatên endam ên encumenê xwestiye ku ji bo rawestandina şer, cezakirina berpirsên tawanên şer û dayîna mafê penaberiyê ji bo wan welatiyên sivîl ên ku ji şer direvin zextê bikin.
Îran, Îsraîl û Amerîka ne endamên vê encumenê ne.
Tohmetên li dijî Amerîkayê çi ne?
Lêkolerên Neteweyên Yekbûyî da zanîn:
"Piştî êrişên 28ê Sibatê yên Amerîka û Îsraîlê, belgeyên pêwîst ketine destê me ku em di wê baweriyê de ne Amerîkayê êrişên kor kirine ku bûne sedema kuştin û birîndarbûna welatiyên sivîl û zerergihandina pêgehên sivîlan ku ev jî tawana şer e."
Di nav wan êrişan de:
“Êrişa mûşeka Tomahawkê ya li ser dibistana seretayî ya Şecereyî Teyîbeyê ya li bajarê Mînabê ku bû sedema kuştina zêdetirî 150 kesî (nêzîkî 120 zarokên keç û kur di nav de bûn).
Êrişeke asmanî ya mûşekên hûr a li ser komelgeheke werzişî û devereke niştecihbûnê ya li bajarê Lamerdê ku bû sedema kuştina 22 jin û mêrên sivîl.”
Binpêkirinên Îranê
Raporê behsa wê yekê jî kiriye ku hikûmeta Îranê ji bo "çewisandina" wan xwenîşandanên navxwe yên ku ji ber giraniya debara jiyanê dawiya sala 2025an dest pê kir, "yasaya çewisandinê", "hêza kujer" û "cezayê bidarvekirinê wekî amûreke tirsandin û kontrolkirinê" bi kar aniye.
Li gorî raporê:
“Hêzên ewlehiyê yên Îranê li 31 parêzgehan xwenîşander kuştine (herî kêm 221 zarok di nav de ne).
Her wiha wan êrişî navendên tenduristiyê kiriye û bi dehan hezar kes desteser kirine.
Di navbera mehên Adar û Tebaxê de, herî kêm 29 mêr di darizandinên bilez de ji ber xwenîşandanan hatine bidarvekirin û zêdetirî 70 kesî jî (5 jin û 3 nûciwan di nav de ne) di bin metirsiya bidarvekirina bilez de ne.”
Daxwaza Neteweyên Yekbûyî
Lêkolerên Neteweyên Yekbûyî ji Îsraîl, Amerîka û Îranê xwest ku demildest şer rawestînin.
Her wiha wan ji civaka navneteweyî xwest ku ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde hewldanên dîplomatîk ên bilez bidin û binpêkirinên her 3 aliyên şer bi awayekî serbixwe werin lêkolînkirin û berpirs rûbirûyî dadgehê werin kirin.



