New York (Rûdaw) - Li baregeha Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê, 44 welatan ku piraniya wan welatên Ewropayê bûn, ji bo piştgiriya mafên jinan ên li Efxanistanê daxuyaniyeke hevbeş belav kir.
Welatan di daxuyaniyê de "cudaxwaziya zayendî û çewisandina sîstematîk" a Talîbanê şermezar kir lê di nav wan welatan de tenê dewletek heye ku piraniya şêniyên wê Misilman in.
Beşdarnebûna welatên Misilman a di vê kampanyayê de helwesta cîhana Îslamê xiste bin gumanê.
Daxuyaniya hevbeş ji aliyê Fransayê ve hat xwendin û 43 welatên din piştgiriya wê kir.
Nûnerê Fransayê yê Neteweyên Yekbûyî Jerome Bonnafont got:
"Em bi tundî wê cudaxwaziya zayendî û çewisandina berdewam û sîstematîk a Talîbanê şermezar dikin.
Talîbanê ji Tebaxa 2021ê ve polîtîkaya cudakirina zayendî sepandiye û bi awayekî pratîk jin û keç ji jiyana giştî dûr xistine."
Tora Medyayî ya Rûdawê ji Nûnerê Fransayê yê Neteweyên Yekbûyî Jerome Bonnafont pirsî bê ka çima piraniya welatên ku zêdetirî xelkê wan Misilman in beşdarî vê kampanyayê nebûne.
Jerome Bonnafont li ser vê pirsê got:
"Yên ku karîn îro serê sibehê werin vir, hatin tevî ku pir ji nişka ve agahdar bûn.
Ez ji te dixwazim ku tu li lîsteya îmzekaran binêrî da ku gotina te zelaltir be."
Ji welatên Misilman tenê Îmaratê îmze kir
Piştî ku Fransayê lîsteya tam a îmzekaran ji Rûdawê re şand eşkere bû ku ji bilî Îmarata Erebî ti welatên din ên ku piraniya nifûsa wan Misilman e di lîsteyê de nînin.
Albanyayê (Arnawidistan) jî daxuyanî îmze kiriye lê li gorî serjimêriya dawî, nêzîkî ji sedî 46ê xelkê wê Misilman in.
Pişt re Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa mafên jin û keçan a li Efxanistanê civînek li dar xist.
Di civînê de çalakvana Efxan Nergis Nîhanê rexne li civaka navneteweyî girt û da zanîn:
"Gelo 5 sal têrê nakin da ku cîhan bawer bike ku Talîban nehatiye guhertin û nayê guhertin jî?"
Civîn bêyî bersiva vê pirsa girîng bi dawî bû: Dema behsa mafên jin û keçên Efxan tê kirin, çima piraniya welatên Misilman bêdengiyê hildibijêrin?


