Moskow (Rûdaw) - Li Rûsyayê pêvajoya dengdanê ya hilbijartinên parlamentoyê dest pê kir û ev pêvajo dê 3 rojan berdewam bike.
Li navendeke dengdanê ya li Moskowa paytexta Rûsyayê dengdanê serê sibehê saet 08:00an dest pê kir lê heta nîvro jî qerebalixiyeke zêde ya dengdêran nedihat dîtin.
Endamê Komîsyona Hilbijartinê ya Xwecihî Yuriy Derujinskî li ser rêjeya beşdariya dengdêran got:
“Belê, serê sibehê beşdariyeke baş hebû.
Bi giştî em li benda wê yekê bûn û em ji bo wê amade bûn lê wekî diyar e ji vir û pê ve beşdariya dengdêran dê kêm bibe ji ber ku xelk fêr bûye ku her tiştî bi du tiliyan bike.
Ji ber vê yekê em li bendê nînin ku pêleke mezin a mirovan were ser sindoqan da ku bi xwe deng bidin.”
Du Kurd jî di nav namzedan de ne
Welatiyên Rûsyayê îsal hem 450 parlamenterên Meclisa Dumayê, hem endamên meclisên 39 herêman û hem jî parêzgarên 11 herêman hildibijêrin.
Di van hilbijartinan de 11 partiyan mafê beşdariyê wergirtiye.
Ji wan 5 partiyên nav sîstemê ne ku nûnertiya wan li Dumayê heye û 6 partî jî yên derveyî sîstemê ne.
Her wiha di hilbijartinên Dumaya Dewletê de 2 Kurd jî namzed in.
Mîna çend hilbijartinên salên borî, îsal jî hilbijartin bê rikeberiyeke cidî dest pê kiriye lê dengdêrên ku diçin ser sindoqan baş dizanin ka çi encamê dixwazin.
Mamosteyê Zanîngeha Moskowê Nikolay Biryukov li ser hilbijartinan da zanîn:
“Bê guman ez bi xwe komputerê bi kar tînim lê her tişt gelekî dijwar bûye.
Li ser hilbijartinan ez hêvî dikim hikûmeta ku ev çaryek sedsal e welêt bi rê ve dibe li ser desthilatê bimîne û berdewam bike ku welêt bi rê ve bibe.
Lê em hemû li bendê ne ku operasyonên leşkerî bi dawî bibin û daxwaza me ew e ku encameke erênî ji bo me hebe.”
Gumanên li ser dengdana online
Karmendê dewletê Anton Kurilov jî diyar kir ku baweriya wî bi dengdana online nayê û anî zimên:
“Min dengê xwe da kê bila veşartî bimîne.
Ez fêr bûme ku bi xwe biçim ser sindoqan.
Bi rastî ez baweriya xwe bi vê dengdana online nayînim.
Ez ji vê pêvajoyê fêm nakim ka çi ye û çawa ye, lewma ji bo min hatina vir hêsantir e.
Hêviya min ew e ku Rûsya rêya rast bibîne û partiya rast bi ser bikeve lê ez nabêjim kîjan partî ye.”
Dengdana li Rûsyayê ku 18ê Îlonê dest pê kiriye dê heta 20ê Îlonê berdewam bike.




