Hewlêr (Rûdaw) - Tevî ku Kanada yasayên koçberî û mayînê tundtir dike jî hejmara penaxwazên ji Îraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê li Kanadayê zêde dibe.
Amarên nû û fermî nîşan didin ku di 7 mehên sala 2026an de hejmara wan welatiyên ku ji Îraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê çûne Kanadayê bi awayekî berbiçav zêde bûye.
Ev agahî û amar rasterast ji aliyê Ofîsa Wezîra Koçberî, Penaber û Welatîbûnê ya Kanadayê Lena Diabê ve ji Rûdawê re hatin şandin.
Beşeke sereke ya guherînên Kanadayê ew e ku hikûmet dixwaze hejmara wan kesên ku destûra mayîna demkî werdigirin û her wiha ya xwendekarên navneteweyî kêm bike.
Hikûmet dixwaze bêhtir wan penaxwazan wergire ku dikarin valahiya hêza kar di sektorên girîng de tijî bikin.
Çûyîna Kanadayê zêde bûye
Li gorî wan amarên ku ofîsa Lena Diabê dane Rûdawê, di 7 mehên ewil ên îsal de nêzîkî hezar û 80 welatiyên Îraqê mafê mayînê li Kanadayê wergirtiye.
Di heman dema sala 2025an de ev hejmar derdora 620 kesî bû ango hejmar ji sedî 74 zêde bûye.
Hejmara Kurdên Rojhilatê Kurdistanê û welatiyên Îranê jî ji 4 hezar û 175 kesan derketiye 5 hezar û 495 kesan ku ev jî bi rêjeya nêzîkî ji sedî 32 zêdebûn e.
Her wiha hejmara Kurdên Rojavayê Kurdistanê û welatiyên Sûriyeyê ji 2 hezar û 205 kesên 7 mehên ewil ên sala 2025an gihîştiye 3 hezar û 260 kesan di 7 mehên ewil ên îsal de ango bi qasî ji sedî 48 zêde bûye.
Ji bo Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdebûneke mezin
Zêdebûna herî mezin a destûra mayînê têkildarî Kurdên Bakurê Kurdistanê û welatiyên Tirkiyeyê hatiye tomarkirin.
Di 7 mehên ewil ên sala 2025an de derdora 870 kesên ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê mafê mayînê li Kanadayê wergirtibû lê di heman dema sala 2026an de ev hejmar gihîştiye 2 hezar û 995 kesan.
Ango ev hejmar zêdetirî 3 qatan zêde bûye û bi rêjeya ji sedî 244 bilind bûye.
Bi giştî di 7 mehên ewil ên sala 2026an de 12 hezar û 830 welatiyên ji Îraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê mafê mayînê li Kanadayê wergirtiye.
Di heman dema sala 2025an de ev hejmar 7 hezar û 870 kes bû ango bi giştî ji sedî 63 zêde bûye.
Destûra xwendinê ya li Kanadayê
Amarên wezaretê nîşan didin ku di 7 mehan de 75 welatiyên Îraqê, 4 hezar û 395 welatiyên Îranê û 130 welatiyên Sûriyeyê destûra xwendinê li Kanadayê wergirtiye.
Ji bo Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî di 7 mehan de hezar û 205 kesan destûra xwendinê li Kanadayê wergirtiye.
Di heman dema sala 2025an de ev hejmar 805 kes bû ango nêzîkî ji sedî 50 zêde bûye.
Ev amar di navbera van welatan de cudahiyeke mezin nîşan didin, bi taybetî hejmara xwendekarên Îranî yên ku destûra xwendinê wergirtiye ji hemû welatên din gelekî zêdetir e.



