Moskow (Rûdaw) - Li Rûsyayê encamên destpêkê yên hilbijartinên Dumaya Dewletê yên 18, 19 û 20ê Îlona 2026an hatin eşkerekirin.
Li gorî encamên destpêkê Partiya Rûsyaya Yekgirtî ya Vladimir Putin li pêş e.
Her wiha ji 2 namzedên Kurd Zelimxan Mustoyev hat hilbijartin û Yuri Nabiyev jî dengên pêwîst bi dest nexistin.
Li gorî amarên Komîsyona Navendî ya Hilbijartinan a Rûsyayê, piştî vekirina ji sedî 82,19ê sindoqan encamên partiyan wiha ne:
Rûsyaya Yekgirtî: Ji sedî 57,76
Partiya Komunîst a Federasyona Rûsyayê (KPRF): Ji sedî 13,89
Partiya Lîberal Demokrat (LDPR): Ji sedî 8,77
Mirovên Nû: Ji sedî 7,97
Rûsyaya Dadmend: Ji sedî 4,99
Li Rûsyayê bendava hilbijartinê ya ji bo derbasbûna parlamentoyê ji sedî 5 e.
Zelîmxan Mutsoyev cara 7an bi ser ket
Li Herêma Sverdlovskê, namzedê Kurd ê ji Partiya Rûsyaya Yekgirtî Zelîmxan Mutsoyev kursiyê Dumaya Dewletê bi dest xist.
Mutsoyev parlamenterê niha yê Dumayê ye û vê carê jî li navçeya Pervouralskê ya Herêma Sverdlovskê bi ser ket.
Bi van encaman re, Mutsoyev cara 7an li pey hev bû parlamenterê Dumaya Dewletê ya Rûsyayê.
Zelîmxan Mutsoyev kî ye?
Zelîmxan Mutsoyev 13ê Çiriya Pêşîn a 1959an li Tîflîsê ji malbateke Kurd a Êzidî de ji dayîk bûye.
Mutsoyev ji sala 1999an ve li ser hev ji bo Dumaya Dewletê tê hilbijartin.
Wî di salên 1999, 2003, 2007, 2011, 2016 û 2021an de jî li Herêma Sverdlovskê bênavber serkeftin bi dest xistibû.
Zelîmxan Mutsoyev niha endamê Komîteya Kar û Barên Navneteweyî ya Dumaya Dewletê û endamê Konseya Bilind a Partiya Rûsyaya Yekgirtî ye.

Namzedê duyem ê Kurd bi ser neket
Li aliyê din hat zanîn ku namzedê Partiya Rûsyaya Dadmend Yuri Nabiyev ê ku li Moskowê beşdarî hilbijartinê bibû, nekarî dengên pêwîst bi dest bixe ku biçe parlamentoyê.
Nabiyev duyemîn Kurd bû ku di van hilbijartinan de ji bo kursiyekê di Dumaya Dewletê de bûbû namzed.

Encamên fermî yên hilbijartinên 18, 19 û 20ê Îlona 2026an hîn nehatine erêkirin.
Li welêt hejmartina dengan didome û encamên dawî dê heta 5ê Çiriya Pêşîn ji aliyê komîsyonên hilbijartinê ve werin ragihandin.




