کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Hêzên Pêşmergeyan / Wêne: Rûdaw

Hêzên Pêşmergeyan / Wêne: Rûdaw

Cîhan

Amerîka: Em piştgiriyê didin Herêma Kurdistanê da ku xwedî hêz be

RÛDAW

RÛDAW

22-09-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW22-09-2026

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir
Cîhan18-11-2026

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir
Cîhan18-11-2026

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev
Cîhan18-11-2026

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku piştgiriyê didin Herêma Kurdistanê da ku xwedî hêz be.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser yekkirna Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê daxuyaniyek taybet da Rûdawê.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got, "Amerîka piştgiriyê dide Herêma Kurdistanê da ku xwedî hêz û berxwedêr be."

Her wiha hat diyarkirin ku Amerîka dê rola xwe ya wekî stûneke sereke ya di pêwendiyên berfireh ên Îraq û Amerîkayê de bidomîne.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bangî aliyan kir ku bi lez û bi awayekî avaker bixebitin.

Wan destnîşan kir ku divê li ser wan karan bixebitin ku dê derfeta bihêzkirina saziyên li nav Herêma Kurdistanê bide.

Yekkirina Hêzên Pêşmergeyan

Di çarçoveya bidawîanîna dabeşbûna Hêzên Pêşmergeyan a ku bi salan e didome de gaveke dîrokî hat avêtin.

Doh merasîmeke fermî hat lidarxistin.

Ev merasîm bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyan Nêçîrvan Barzanî hat lidarxistin.

Di merasîmê de hat ragihandin ku pêvajoya yekkirin û çaksaziyê ya Hêzên Pêşmergeyan a di bin sîwana Wezareta Pêşmergeyan de bi dawî bûye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl û gelek berpirsên payebilind ên siyasî û leşkerî beşdarî merasîmê bûn.

Bi deh hezaran Pêşmerge bûn yek

Li gorî vê rêkxistina nû, bi deh hezaran Pêşmergeyên girêdayî Yekîneyên 70 û 80yê tevlî çarçoveyeke leşkerî ya neteweyî û yekgirtî bûn.

Ew dê êdî rasterast di bin fermandariya Wezareta Pêşmergeyan de xizmetê bikin.

Wezîrê Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl beşdarî bernameya "Li gel Renc" a Renc Sengawî bû û daxuyanî dan.

Şoreş Îsmaîl got ku Hêzên Pêşmergeyan dê êdî bibin hêzeke yekgirtî.

Wî da zanîn ku dê pêwendiyên partîtiyê êdî di nav hêzan de nemînin.

Îsmaîl temambûna pêvajoya yekkirinê wekî gaveke girîng pênase kir.

Wî destnîşan kir ku ev tenê destpêk e û dê gavên mezintir werin avêtin.

Pirsên