Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê di rûniştina 81emîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de axivî.
Erdogan di axaftina xwe de qala nebûna Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebas a li civînê kir û got:
"Bila were zanîn ku birêz Ebas bi xwe li vir nebe jî em dê wekî sala borî bibin dengê Dewleta Filistînê ya azad û serwer.
Em dê têkoşîna gelê Filistînê ji vê kursiyê bi hemû cîhanê bidin bihîstin."
Erdogan spasiya Seroka Civata Giştî ya ku dema peywira wê bi dawî bûye Annalena Baerbockê kir û ji bo serokê nû Xelîlur Rehman jî serkeftin xwest.
Erdogan her wiha ji ber xebatên wî yên nêzîkî 10 salan spasiya Sekreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterres kir.
Erdogan ji ber ku Mehmûd Ebas nekarî beşdarî rûnitan Neteweyên Yekbûyî bibe rexne kir û got:
"Serokê binirx ê Dewleta Filistînê birêz Mehmûd Ebas ku ji aliyê piraniya welatên endam ve bi fermî tê naskirin, ev du sal in li ser hev nikare di vê salonê de amade be.
Ev neheqiya li hemberî birayên me yên Filistînî wijdana mirovan birîndar dike.
Ez bangî hemû wan welatên ku heta niha Dewleta Filistînê nas nekirine dikim ku biryara xwe ducare binirxînin."
"Xeze bûye kampa komkirinê"
Serokkomarê Tirkiyeyê bal kişand ser şer û pevçûnên li cîhanê û destnîşan kir ku 12 mehên dawî bi zêdetirî 60 şer û pevçûnan wekî yek ji serdemên herî bi xwîn ên 30 salên dawî ketiye qeydan.
Erdogan da zanîn ku ji Xezeyê heta Ukrayna û Rûsyayê, ji Myanmarê heta Darfûrê û ji Îranê heta Libnanê 250 hezar mirovan canê xwe ji dest daye û got:
"Tenê li Xezeyê di nava 3 salên dawî de piraniya wan zarok û jin 74 hezar birayên me bûn qurbaniyên terora dewletê ya Îsraîlê. Xelkê Xezeyê hîn jî di bin kavilan de li hezkiriyên xwe digere. Ji ber nebûna sotemeniyê li nexweşxaneyên Xezeyê ji sedî 70yê jeneratoran ji xizmetê derketine."
Erdogan Xeze wekî "goristana herî mezin a zarokan a cîhanê" û "kampa komkirinê ya herî bêtir a serdema me" bi nav kir û pê de çû:
"Tevî agirbesta ku bi hewlên Serok Trump û welatên me pêk hat jî hejmara Xezeyiyên hatine qetilkirin ji 1500î derbas bû.
Tevgera Berxwedana Filistînê qonaxa duyem a plana aştiyê qebûl kir lê Hikûmeta Îsraîlê dest ji dagirkeriyê bernade.
Li Şerîeya Rojava jî serdema herî giran a terora niştecihan heye."
"Cîhan ji 5an mezintir e"
Erdogan ragihand ku NYyê di parastina aştî û ewlehiyê de têk çûye û got ku li Filistîn, Libnan, Sûdan û herêmên din ên krîzê xelk di nav bêhêviyeke kûr de ye.
Erdogan li ser reformên pêwîst ên di NYyê de destnîşan kir:
"Pergaleke ku tê de îradeya zêdetirî 190 welatan bi kêfa 5 welatan ve hatibe girêdan, ne adil e û ne jî dikare baweriyê ava bike.
Divê Konseya Ewlehiyê li gorî prensîba 'Cîhan ji 5an mezintir e' bêguman were guherandin."
Erdogan bal kişand ser pêşniyara xwe ya ji bo guherînê û wiha got:
"Zarokên li Xezeyê dê di nav ewlehiyê de bin. Zarokên Filistînî dema li esmanan dinêrin dê balafirên şer, dron û firokeyên bêmirov nebînin, dê baskên azad ên bafirokan bibînin.
Zarokên li Libnanê dê bi dengê bombeyan şiyar nebin. Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî tenê bi vî awayî dikare ji nû ve pêk bê."
"Divê pergala navneteweyî were guherandin"
Erdogan diyar kir ku divê hiqûqa navneteweyî li hemberî her kesî wekhev be û wiha pê de çû:
"Pergaleke navneteweyî ya ku tê de cezanedan dibe tiştekî asayî, mehkûmî genîbûnê ye.
Dema îradeya navneteweyî di çareserkirina krîzan de asê dimîne, divê em xwedîderketina herêmî bi kar bînin.
Her wiha divê em li dijî newekheviya dahatê ya li cîhanê tevbigerin.
Rêya vê yekê jî di bipêşketina hevpar, hevgirtin û girêdanbûnê re derbas dibe.
Civakên ku bi rêyan, bazirganiyê, xetên enerjiyê û berhemanîna hevpar bi hev ve tên girêdan dê di nava aramî û seqamgîriyê de bicivin."
Erdogan derbarê siyaseta derve de da zanîn ku Hevpeymaniya Parastinê ya ku wan li gel Pakistan û Erebistana Siûdî ava kiriye, hevgirtina herêmî xurt dike û got:
"Ji bo rawestandina şerê li Kendavê hewlên me didomin. Hewldana belavkirina şer a li herêmên din bi kêrî ti kesî nayê.
Em dê li Xezeyê şopdarên peymana Şerm El-Şêxê bin. Divê avakirina Xezeyê bêyî rawestandin dest pê bike.
Hewldanên xeniqandina Dewleta Filistînê dê bi ser nekevin.
Em dê wan rojên xweş bibînin ku Dewleta Filistînê ya serbixwe ya li ser sînorên 1967an ku paytexta wê Qudsa Rojhilat e ava dibe."
“Em li kêleka gelê Sûriyeyê ne”
Erdogan bal kişand ser bipêşketinên li Sûriyeyê û anî zimên:
"Sûriye piştî zilmeke 14 salan bi Şoreşa 8ê Kanûna Pêşîn kete ser rêyeke nû.
Em dibînin ku di bin serokatiya Serokkomar Ehmed Şer de, tevî hemû provokasyonên navxweyî û derve, Sûriye ber bi armanca welatekî ewle û aram ve diçe.
Di vê rêwîtiyê de em dê li kêleka gelê bira yê Sûriyeyê bin."
Pêwendiyên bi Îraqê re û Projeya Rêya Bipêşketinê
Erdogan qala pêwendiyên bi Îraqê re jî kir û wiha axivî:
"Piştgiriya me ji bo bihêzkirina desthilata dewletê û aramiya li Îraqê tam e.
Di projeyên veguhastin û enerjiyê yên stratejîk de, di serî de Projeya Rêya Bipêşketinê, em bi hevkariya Îraqê re dixebitin."
Erdogan derbarê şerê Ukrayna û Rûsyayê de jî destnîşan kir ku daxwaza wan ew e şer bi parastina serwerî û yekparçeyiya axa Ukraynayê bi dawî bibe û got ku ew êrişên dawî yên li ser keştiyên bazirganiyê yên li Deryaya Reş qebûl nakin.
Banga ji bo Qibrisê û peyamên herêmî
Erdogan banga naskirina Komara Tirk a Qibrisa Bakur ducare kir û got:
"Pêwîst e wekheviya serwerî û statuya wekhev a navneteweyî ya gelê Tirk ê Qibrisê were qeydkirin û dawî li tecrîda nemirovî were anîn.
Ez bangî civaka navneteweyî dikim ku Komara Tirk a Qibrisa Bakur nas bike û pêwendiyên siyasî, dîplomatîk û aborî deyne."
Erdogan her wiha anî zimên ku Lûtkeya Enqereyê ya NATOyê nîşaneya biryardariya wan a ewlehiyê ye û got:
"Ewropayeke ku Tirkiye li derveyî mîmariya wê ya ewlehiyê bimîne nikare bihêztir û ewletir be."
Serokkomarê Tirkiyeyê di dawiya axaftina xwe de kêfxweşiya xwe ya ji bo pêvajoya aştiyê ya di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de anî ziman û piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo hewlên Îlham Eliyev û Nîkol Paşînyan nîşan da.
Wî her wiha destnîşan kir ku ew ji bo agirbest û aramiya li Lîbya, Sûdan û Somaliyê jî piştgiriyê didin hewlên navneteweyî.



