New York (Rûdaw) - Rûdanên dawî yên li Herêma Kurdistanê û Sûriyeyê di rojeva navneteweyî de cihekî girîng digirin.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriye û Îraqê û Balyozê Amerîkayê yê li Enqereyê Tom Barrack ji Rûdawê re li ser biryara dîrokî ya yekkirina Hêzên Pêşmergeyan û paşeroja siyasî ya Sûriyeyê axivî.
Tom Barrack yekkirina Hêzên Pêşmergeyan wekî "pêngaveke hêvîder" pênase kir.
Wî tekez kir ku parastina yekîtiya dewlet-neteweyan bingeh e û paşeroja herêmê bi vê yekê ve girêdayî ye.
Tom Barrack li ser Sûriyeyê jî pesnê Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer da.
Wî daxwaz kir ku ji ber qonaxa demkî ya welêt, divê dem bê dayîn da ku ew gavên xwe yên destûrî biavêjin.
Ev jî pirs û bersiv in:
Rûdaw: Nêrîna we li ser yekkirina Hêzên Pêşmergeyan ku vê dawiyê hat ragihandin, çi ye? We çi rol tê de lîst?
Tom Barrack: Bê guman hêvîder e. Pêwendiyên me bi dewlet-neteweyan re hene. Pêwendiyên me bi milîsan re nînin. Paşeroja Îraqê girêdayî hebûna yek netewe û yek dewletê ye.
Rûdaw: Gelo rola we di pêkanîna vê yekê de hebû?
Tom Barrack: Ez qehwe û çayê digerînim û her kesî aram dihêlim.
Rûdaw: Bi awayekî cidîtir li ser Sûriyeyê, nêrîna we li ser gotina Serokê Sûriyeyê ya li ser xistina Fermana 13emîn a nav destûrê çi ye? Wî got ku ew dê di destûrê de were bicihkirin wekî ku min fêm kir. Li gorî we, ev gaveke rast e?
Tom Barrack: Binêre, ew serokekî ciwan ê bêhempa ye. Dema ku mirov bifikire ku ji 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an heta niha kêmtirî du sal in. Loma ev hemû pirs cihê balkêşiyê ne. Eger te deh sal şûnde ew bidîta û hawîrdoreke te ya aram hebûya, dê destûr çawa bûya? Yasa û rêgez çi ne? Ew hîn jî tenê hewl dide ku xwe li gorî bingeha xwe ya civakê biguncîne. Ji ber vê yekê divê em demê bidin wî.



