New York (Rûdaw) - Javier Milei li ser berdana Messî ya lîstikên navneteweyî û pêwendiyên bi Îsraîlê re bersiv da Rûdawê.
Serokê Arjantînê Javier Milei diyar kir ku ew naxwaze ji bo hezkiriyên lîstikvanê navdar Lionell Messî atmosfereke nexweş çêbike.
Javier Milei li ser Îsraîlê jî ragihand ku Îsraîl li aliyê rast ê dîrokê ye û tenê welatê demokratîk ê herêmê ye.
Di konferansa rojnamegeriyê de Nûçegihanê Rûdawê yê Neteweyên Yekbûyî Namo Ebdula ji Javier Milei pirsî bê hestê wî yê li hemberî berdana Messî ya lîstikên navneteweyî çi ye.
Namo Ebdulla her wiha pirsî ku tevî dijberiyên navneteweyî çi wisa dike ku Arjantîn hevpeymaneke ew qas xurt a Îsraîlê be.
Serokê Arjantînê di bersiva xwe de got:
"Pêwîst nake hûn li ser mijara berdana Messî atmosfereke nexweş çêbikin."
"Îsraîl li aliyê rast ê dîrokê ye"
Javier Milei li ser sedema piştgiriya Îsraîlê anî ziman:
"Helwestên navneteweyî rast nabêjin.
Çimkî Îsraîl li aliyê rast ê dîrokê ye û axa xwe diparêze."
Milei bal kişand ser azadiya Îsraîlê jî û da zanîn:
"Îsraîl tenê welatê herêmê ye ku bi temamî demokratîk û azad e.
Ji bilî vê yekê mafê jiyanê, azadî û mafê milkdariyê diparêze."
Serokê Arjantînê, Îsraîlê wekî bingeha nirxên Rojavayî bi nav dike.
Li gorî wî, Îsraîl tenê cihê cîhanê ye ku jiyana ruhî û jiyana madî bi ahengekê deng vedidin.
Milei diyar kir ku ji ber vê yekê Îsraîl neteweyeke mezin e û hezkirineke wî ya zêde ji bo wê heye.

.webp&w=3840&q=75)
