Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî û Serokê Amerîkayê Donald Trump li New Yorkê civiyan.
Di civînê de hewlên hevbeş ên her du aliyan ên ji bo xurtkirina ewlehî û aramiya herêmê hatin gotûbêjkirin.
Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîriya Îraqê li ser wê civînê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan behsa pêwendiyên dualî û awayê xurtkirina hevkarî û hevpariya xwe ya di warên siyasî, aborî û veberhênanê de kir.
Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriya Îraqê ragihand ku Elî Zeydî û Donald Trump behsa rewşa herêmê kiriye.
Her wiha wan hewlên hevbeş ên Îraq û Amerîkayê yên ji bo xurtkirina ewlehî û aramiya herêmî û navneteweyî jî nirxandin.
Elî Falih Zeydî piştî wergirtina Serokwezîriya Îraqê ev cara duyem e ku bi Donald Trump re dicive.
.webp&w=3840&q=75)

.webp&w=3840&q=75)
