Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên Amerîkayî doh ragihand ku wan 36 berhemên dîrokî yên ku hatine dizîn vegerandine Sûriyeyê.
Di nav van berheman de kevirekî nexşandî jî heye ku di dema wêrankariyên DAIŞê de ji bajarê dîrokî yê Palmîrayê bi awayekî qaçaxî hatibû derxistin.
Berpirsên Amerîkayî dest danî ser van perçeyan ku tê texmînkirin bihayê wan zêdetirî 5 milyon dolaran e.
Ev berhem ji Muzexaneya Hunerê ya Metropolîtanê ya li New Yorkê û ji destê çend kesên ku berhemên kevnar kom dikin hatine girtin.
Dozgerê Herêma Manhattanê Alvin Bragg ragihand ku "Merasîmên vegerandina berheman, bîranîneke bihêz e ku nîşan dide parastina mîrata çandî çawa sînor û neteweyan derbas dike."
Taybetmendiyên kevirê Palmîrayê
Li gorî daxuyaniyeke fermî, kevirekî Palmîrayê berî ku çekdarên DAIŞê di navbera salên 2015 û 2017an de beşeke mezin a wî bajarê dîrokî wêran bikin, ji herêma şûnwarî hatibû derxistin.
Giraniya vî kevirî zêdetirî 450 kîlogram e û ji kevirê spî hatiye çêkirin, li ser kevir wêneyê zilamekî paldayî heye ku jinek û sê zarok jî li dora wî ne.
Amerîkayê di nav van salên borî de gelek berhemên dîrokî yên talankirî ji bo çendîn welatan vegerandine ku di nav wan de Çîn, Yunanistan û Îtalya jî hene.
"Pira di navbera her du welatan de"
Berpirsê Balyozxaneya Sûriyeyê ya Washingtonê Mihemed Qenatrî diyar kir ku ev radestkirin nîşan dide ka çawa "pêbendbûna hevpar a ji bo parastina mîrata çandî dikare bibe pira di navbera her du welatên me de."
Wî her wiha got, "Bi saya hevkariya Sûriye û Amerîkayê û bi xebatên Ofîsa Dozgerê Giştî yê Manhattanê herî dawî perçeyek ji dîroka Sûriyeyê vedigere welatê xwe."
Berhemên ku ji karsazê Amerîkayî hatine girtin
Çar ji wan perçeyên li cem karsaz û komkerê berhemên şûnwaran ê Amerîkayî Michael Steinhardt hatine girtin.
Ev kesê navborî sala 2021ê li gorî peymaneke bi hikûmeta Amerîkayê re, nêzîkî 180 perçeyên ku bihayê wan bi giştî 70 milyon dolarî ye ji çar aliyên cîhanê, vegerandibûn.



