Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Çînê li Koşka Spî ragihand ku berpirsyariyeke mezin a navneteweyî li ser milê Pekîn û Washingtonê ye û tekez kir ku ew û Donald Trump dikarin di pêwendiyên her du welatan de rûpeleke nû û bihêztir vekin.
Serokê Çînê Xi Jinping ji bo beşdariya civîna Civaka Giştî ya Neteweyên Yekbûyî çû New Yorka Amerîkayê û ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve li balafirghehê hat pêşwazîkirin.
Xi Jinping di gotarekê de li Koşka Spî got, “Çîn û Amerîka du welatên mezin in û berpirsyariya wan jî mezin e.”
Her wiha Xi Jinping bal kişand ser pêwîstiya kêmkirina nakokiyan û anî zimên, “Divê Çîn û Amerîka pêwendiyên xwe xurttir bikin.”
Serokê Çînê li ser rola xwe û Serokê Amerîkayê ya di paşeroja pêwendiyên dualî de got:
“Dibe ku ez û Serok Trump pêwendiyên Çîn û Amerîkayê bihêztir bikin.”
Xi Jinping her wiha tekezî li ser avakirina avhewayeke erênî ya di navbera her du zilhêzan de kir û da zanîn:
“Divê Çîn û Amerîka bi niyeteke pak miameleyê bi hev re bikin.”
Serokê Çînê li ser encamên neyînî yên pevçûn û aloziyan hişyarî da û ragihand:
“Divê em rê li ber wê yekê bigirin ku Çîn û Amerîka dijayetiya hev bikin û zererê bidin hev.”
Xi Jinping di heman demê de nêrîna welatê xwe ya li ser pêwendiyên aborî û bazirganiyê diyar kir û got:
“Em tenê pêşbirkeke rewa bi Amerîkayê re dikin.”
Serokê Çînê di beşeke din a axaftina xwe de li ser hevsengiya hêzê ya li cîhanê wiha axivî:
“Berpirsyariya pêşengiya cîhanê li ser milê Çîn û Amerîkayê ye.
Em di warê hişê çêkirî de bi Amerîkayê re amadeyî hevahengiyê ne.”



