کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Nêçîrvan Barzanî û Abraham Hamadeh bi rêya telefonê axivîn

Nêçîrvan Barzanî û Abraham Hamadeh bi rêya telefonê axivîn

Cîhan

Endamê Kongreya Amerîkayê: Hevkariya me ya leşkerî ya bi Pêşmergeyan re dê bidome

RÛDAW

RÛDAW

25-09-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW25-09-2026

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir
Cîhan18-11-2026

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir
Cîhan18-11-2026

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev
Cîhan18-11-2026

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Kongreya Amerîkayê Abraham Hamadeh bi rêya telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re axivî û di pêwendiya bi telefonê de diyar kir ku hevkariya leşkerî ya bi Hêzên Pêşmergeyan re dê piştî vekişîna leşkerên Amerîkayê ya ji Îraqê jî bidome.

Ev pêwendiya bi telefonê di demekê de pêk hat ku dema vekişîna leşkerên Amerîkayê ya ji Îraqê nêzîk dibe.

Endamê Kongreya Amerîkayê Abraham Hamadeh di pêwendiya bi telefonê de spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir ku bi xebatên xwe yên dîplomatîk ên bi serkirdeyên herêmê re aloziyan kêm dike û bingeheke jihevtêgihiştinê ava dike.

"Pêşmerge şirîkê me yê sereke ye, hevkariya me dê bidome"

Endamê Kongreya Amerîkayê bal kişand ser rola krîtîk a Hêzên Pêşmergeyan a di têkoşîna li dijî DAIŞê û têkbirina wê rêxistinê de.

Wî da zanîn ku tevî vekişîna hêzên Amerîkayê ya heta dawiya mehê ya ji Îraqê, hevpeymaniya di navbera Washington û Hewlêrê de bi dawî nabe û hevkariya leşkerî ya bi Pêşmergeyan re dê bidome.

Hamadeh her wiha kêfxweşiya xwe ya li ser piştgiriya Nêçîrvan Barzanî ya ji bo hewlên Serokê Amerîkayê Donald Trump anî zimên.

Bi gotina wî ew hewlên Trump di çarçoveya "Operasyona Hêrsa Destanî" (Operation Epic Wrath) de ne ku ji bo çareseriyeke mayînde û kûr a li herêmê tên meşandin.

Dema vekişînê nêzîk dibe

Ji bo bidawîhatina mîsyona Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ya li Îraqê û vekişîna yekîneyên leşkerî, 30yê vê mehê wekî dîroka fermî hatibû diyarkirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo ku di vê pêvajoya veguhastina leşkerî de valahiya ewlehiyê çênebe hewlên xwe yên dîplomatîk didomîne.

Ev hewl ji bo rûbirûbûna metirsiyên terorê û parastina aramiya Herêma Kurdistanê bi hevahengiya ewlehiyê ya li gel Amerîka û Hikûmeta Federal a Îraqê didomin.

Pirsên