Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Çînê Serokê Çînê Xi Jinping li Koşka Spî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re civiya.
Xi Jinping li ragihand ku her du welatan li ser peymaneke nû ya bazirganiyê li hev kiriye.
Wezareta Karên Derve ya Çînê da zanîn ku her du serokan li ser pêwendiyên aborî û pirsên cîhanî hevdîtinek pêk aniye.
Xi Jinping destnîşan kir ku ev lihevkirin ji bo gel, pîşesazî û aboriya cîhanê nûçeyeke baş e.
Wî anî zimên ku aramiya pêwendiyên Çîn û Amerîkayê bi zêdekirina hevkariyê û çareserkirina pirsgirêkan ve girêdayî ye.
Hevkariya di hişê çêkirî de
Serokê Çînê li ser hişê çêkirî jî daxuyanî da û diyar kir ku divê her du hêzên mezin ji bilî rikeberiyê hevkariyê jî bikin û got:
"Li şûna helwestên parastinê divê em aliyên xwe yên bihêz derxin pêş. Em dikarin diyaloga li ser hişê çêkirî bidomînin û bi hev re rê li ber bikaranîna xerab bigirin."
Lîderê Çînê tekez kir ku divê kontrola mirovan a li ser hişê çêkirî bimîne û teknolojî ji bo pêşketina mirovahiyê bixebite.
Her wiha şirketên Amerîkayê yên vî warî dixwazin ku Washington li hemberî kopîkirina modelan ji aliyê şîrketên Çînî ve tedbîran wergire.
Mijara Taywanê û peymana bazirganiyê
Xi Jinping helwesta Pekînê ya li ser Taywanê ducare kir û got ku ev pirs rasterast bi yekparçeyiya axa Çînê ve girêdayî ye.
Wî bangî rêveberiya Washingtonê kir ku helwesteke rast nîşan bide û bingehên hevkariya stratejîk biparêze.
Şandeyên aboriyê yên her du welatan doh li hev kiribû ku dema peymana demkî ya bazirganiyê heta Kanûna Paşîn a 2027an were dirêjkirin.
Ev peyman cara yekem Çiriya Pêşîn a 2025an li bajarê Busanê yê Koreya Başûr hatibû pejirandin.
Krîza li Rojhilata Navîn û Tengava Hurmizê
Her du serokan li ser krîzên herêmî yên wekî Rojhilata Navîn, Ukrayna û Nîvgirava Koreyê jî nêrînên xwe parve kirin.
Xi Jinping xwest ku pirsgirêkên Amerîka û Îranê bi rêya dan û standinan bên çareserkirin û wiha pê de çû:
"Çîn rêzê li serweriya hemû welatan digire. Em ji bo kêmkirina aloziyan hewl didin û hemû aliyan teşwîqî aştiyê dikin."
Rawestandina derbasbûna keştiyan a li Tengava Hurmizê bandoreke giran li enerjiya cîhanê kiriye.
Her wiha zêdekirina cezayên Washingtonê yên li ser Rûsya û Îranê jî bandorê li hevdîtinên aborî yên bi Çînê re dike.



