Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Navneteweyî ya Koçê (IOM) ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê hejmara koçberan gihîştiye zêdetirî 23,6 milyon kesan.
Rêxistina Navneteweyî ya Koçê pirsên Edîtorê Maseya Navneteweyî ya Beşa Întakeyê ya Rûdawê Niyaz Mistefa bersivandin.
IOMê da zanîn ku herî zêde li Sûdan, Sûriye û Yemenê koçber hatine tomarkirin û li Îraqê jî herî zêde vegera koçberan a li cih û warên xwe hatiye tomarkirin.
Amarên koçberiyê yên li gorî welatan
Li gorî daxuyaniya IOMê, amarên koçberiyê yên ji sala 2010an û vir ve yên li gorî welatan bi vî rengî ne:
Sûdan
8,8 milyon koçber
3,7 milyon vegeriyayî
775 hezar kesên ku ji derveyî welêt vegeriyane
Sûriye
5,8 milyon koçber
2,1 milyon vegeriyayî
1,3 milyon kesên ku ji derveyî welêt vegeriyane
Yemen
5,2 milyon koçber
2,08 milyon vegeriyayî
Filistîn
Zêdetirî 1,9 milyon koçberyî
Îraq
997 hezar koçber
4,95 milyon koçberên ku vegeriyane
Libnan
844 hezar koçber
372 hezar vegeriyayî
Lîbya
106 hezar koçber
936 hezar koçberên biyanî li wî welatî hatine tomarkirin.



