Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wî pêşniyara Îranê ya ji bo vekirina Tengava Hurmizê red kiriye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniyeke taybet de ji bo Rûdawê ragihand ku wî pêşniyara dawî ya Îranê red kiriye.
Ew pêşniyara Tehranê ya ji bo vekirina Tengava Hurmizê û bidawîanîna aloziyan bû.
Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde ji Donald Trump pirsî:
"Tu çawa li pêşniyara dawî ya Îranê dinêrî?"
Trump di bersivê de got:
"Ez pêşniyara wan red dikim. Wan pêşniyarek kir lê min ew red kir."
Trump li ser hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Îraqê Elî Zêydî re ku li kêleka Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê pêk hat, ji Diyar Kurde re axivî û got:
"Civîn gelekî baş bû. Ew mirovekî gelekî baş e û hevalê min e. Min piştgirî da wî. Ew mirovekî gelekî naskirî û hêja ye."
Pêşniyara 7 rojan a Îranê
Divê were gotin ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi rêya Qeterê pêşniyareke 7 rojan pêşkêşî Amerîkayê kiribû.
Ew pêşniyar ji bo vekirina Tengava Hurmizê bû ku ji ber şerê navbera Washington û Tehranê nêzîkî 7 mehan e astengî li ser derketine.
Li gorî agahiyan, mercên Îranê yên di wê pêşniyarê de ev bûn:
· Berdana 12 milyar dolarên Îranê yên hatine cemidandin
· Rakirina cezayên li ser petrola Îranê
· Bidawîanîna dorpêça deryayî ya Amerîkayê
· Rawestandina hemû aloziyên li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Yemen û Libnanê.
"Tengava Trump"
Serokkomarê Îranê berê dabû zanîn ku ev pêşniyar bi hevahengî û erêkirina Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî hatiye amadekirin.
Lê Trump ne tenê ev pêşniyar red kir, her wiha li ser hesabê xwe yê Truth Socialê nexşeyek belav kir.
Trump li ser wê nexşeyê xelekek li dora Tengava Hurmizê xêz kir û navê wê kir "Tengava Trump".
Dosyeya Îraqê û komên çekdar
Li aliyê din, pirsa Îraqê jî yek ji mijarên germ ên civînên New Yorkê bû.
23yê Îlonê Elî Zêydî bi Donald Trump re civiya lê tişta ku bû cihê pirsê ew bû ku di wê civînê de ti endamên şandeya fermî ya Îraqê (wekî wezîrên karên derve, darayî û elektrîkê) amade nebû.
Mijara sereke ya hevdîtinê çekdanîna komên çekdar û kontrolkirina çekan ji aliyê dewletê ve bû.
Her çend biryar bû ku ev plan heta dawiya vê mehê bê bicihkirin jî Zêydî bi piştgiriya Nûnerê Amerîkayê yê ji bo Îraqê Tom Barrack, Washington razî kir ku ev muhlet heta Hezîrana 2027an were dirêjkirin.
Tevî vê yekê helwesta Amerîkayê ya li hemberî komên çekdar hişk e.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio hişyariyeke rasterast dabû Bexdayê û gotibû:
"Divê çek ji destê milîsan werin derxistin, heke na metirsiya perçebûnê li ser Îraqê heye."


