Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Almanyayê Alexander Dobrindt derbarê vegera penaberên Sûriyeyî got, “Em 3 koman ji hev cuda dikin.”
Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê li ser vegera penaberên Sûriyeyî û rêlibergirtina koça neyasayî ya ji Îraq û Herêma Kurdistanê, pirs ji Wezîrê Karên Navxwe yê Almanyayê Alexander Dobrindt û Komîserê Yekîtiya Ewropayê yê Koç û Asayîşa Navxwe Magnus Brunner kir.
Her du berpirsên payebilind li ser pêvajoya vegera penaberên Sûriyeyî, hevdîtinên li gel Şamê û planên nû yên li dijî qaçaxçîtiya mirovan agahiyên girîng dan Rûdawê.
Pirs û bersiv bi temamî bi vî rengî ne:
"Gelo nexşeyeke demkî ya berbiçav heye?"
Ala Şalî: Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer piştî serdana xwe ya ji bo Brîtanyayê got ku wî li Almanyayê peymana vegera ji sedî 80yê penaberên Sûriyeyî bi dest nexistiye. Nêrîn û daxuyaniya we li ser vê yekê çi ye? Gelo nexşeyeke demkî ya berbiçav ji bo vegera penaberên Sûriyeyî heye?
Pirsek jî ji bo Rêzdar Komîser: We tiştekî gelekî girîng got ku divê em ji koka wê rûbirûyê koça neyasayî bibin. Vêca plana Yekîtiya Ewropayê ya li Kurdistan û Îraqê ji bo çi cure projeyan e? Ji ber ku xelk ji wir bi berdewamî koçber dibe, di Deryaya Navîn re derbas dibe û jiyana xwe dixe metirsiyê. Gelo proje hene da ku asoyeke baştir ji bo wan kesên li wir in misoger bikin? Planên we ji bo wê çi ne?"
“Em sê koman ji hev cuda dikin”
Wezîrê Karên Navxwe yê Almanyayê Alexander Dobrindt: Piştî serdana wî ya ji bo Almanyayê, me bi Sûriyeyê re dest bi gotûbêjên baş kir. Me her wiha dest bi dan û standinên bi vî rengî kir. Min di wê demê de jî bi zelalî da zanîn ku dema qala Sûriyeyiyan tê kirin ez her tim qala sê koman dikim:
Yekem: Beriya her kesî, ew kesên ku tawanên giran li Almanyayê kirine, em bi biryardarî dixwazin wan bi lez vegerînin.
Duyem: Ew koma ku li gorî rewşê ti asoyên wan a mana li vî welatî nîne, divê vebijêrka vegerê ji bo wan jî hebe.
Sêyem: Ew koma ku baş li Almanyayê entegre bûye û li vir ketiye ser kar, em di wê baweriyê de ne ku aso û derfeta wan a mana li Almanyayê heye.
Em li ser van her sê koman bi hikûmeta Sûriyeyê re di nav gotûbêjan de ne. Me gelekî bi zelalî ragihandiye; dema em qala vegerê dikin em qala pêvajoyeke vegera bi zorê dikin lê di heman demê de em dixwazin ji bo vegera dildarî jî teşwîqkar bin. Ev yek hîn jî di rojeva me de ye. Ez bawer dikim ku em ji bo wê armancê bi Sûriyeyê re di rêyeke baş de ne lê em hîn negihîştine dawiyê; şêwir û dan û standin didomin.
“Di meha Kanûna Pêşîn de li Bexdayê konferansek heye”
Komîserê Yekîtiya Ewropayê yê Koç û Asayîşa Navxwe Magnus Brunner: Li ser pirsa we ya duyemîn a têkildarî Îraqê: Îraq hevpareke gelekî girîng e. Min li New Yorkê di Civata Giştî de derfet dît ku bi Wezîrê Karên Derve yê Îraqê re bicivim da ku em gotûbêj bikin ka em dikarin çi bi hev re bikin.
Beriya her tiştî, Hevpeymaniya Cîhanî ya li Dijî Qaçaxçîtiya Mirovan heye ku Îraq beşek ji wê ye.
Ya duyem, di mijara rûbirûbûna terorê de pêdiviya me bi Îraqê heye. Ev yekser ne pirsgirêka koçê ye lê ji bo Ewropa û hemû cîhanê pirsgirêkeke ewlehiyê ye.
Di meha Kanûna Pêşîn de dê li Bexdayê konferanseke me li ser vê mijarê hebe û em wekî Yekîtiya Ewropayê dê piştgiriyê bidinê.


