New York (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku Eger Kurd bixwazin ew amade ne alîkariyê bikin
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser daxwaza Kurdên Sûriyeyê û rola Rûsyayê bersiva da pirsa Rûdawê da.
Lavrov diyar kir ku têkiliyên wan ên bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re baş in û ew her tim amade ne ku alîkariya Kurdan bikin.
Me pirsek ji Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov kir.
Min da zanîn ku Birêvebiriya Xweser a li Sûriyeyê piştî zêdetirî deh salan bi dawî bûye û min ji Lavrov pirsî:
"Niha Kurd li Sûriyeyê hewl didin ku mafên xwe yên zimanî, çandî û siyasî li wî welatî biparêzin. Rûsyayê jî ji mêj ve xwe wekî piştgirê mafên Kurdan ên li Rojhilata Navîn daye naskirin. Gelo hûn di hevdîtinên xwe yên bi hevtayên xwe yên Sûriyeyî re, ji bo misogerkirina mafên Kurdan di destûra nû de guvaşê dikin?"
"Dema Amerîka vedikişe, berê xwe didin me"
Sergey Lavrov di bersiva xwe de destnîşan kir ku têkiliyên wan ên gelekî baş bi hemû tevgerên Kurdî re hene û HSD jî di nav wan de ye.
Lavrov eşkere kir ku dema Kurd rûbirûyî krîzekê dibin an jî piştgiriya Amerîkayê ji dest didin, yekser daxwaza alîkariyê ji Rûsyayê dikin û got:
"Wekî mînak, di serdema yekem a Serokatiya Donald Trump de, dema wî ragihand ku ew dê ji bakur û rojhilatê Sûriyeyê vekişin, HSDyê yekser berê xwe da me û ji me alîkarî xwest. Lê piştî ku Amerîkî vegeriyan, HSDyê dîsa piştgiriya wan bi dest xist û eleqeya xwe ya ji bo me ji dest da."
"Li ser qedexekirina Kurdî min tiştek nebihîstiye"
Sergey Lavrov anî zimên ku Rûsya her tim amade ye alîkariya xwe pêşkêş bike.
Lavrov qala peymana di navbera Kurdan û Şamê de jî kir û got, "Bakur û rojhilatê Sûriyeyê niha bi dilxwazî razî bûye ku belgeyekê bi desthilata navendî ya Şamê re îmze bike. Ev biryara wan a serwerî ye."
Lavrov li ser pirsa ziman û mafên çandî jî got, "Min li ser qedexekirina zimanê Kurdî tiştek nebihîstiye. Ev qet ne rast e. Ev ne wekî rejîma Ukraynayê ye ku îdeolojiya neteweperest-nazî bi cih tîne."
Amadebûna Rûsyayê ya ji bo alîkariyê
Wezîrê Rûs di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rola Rûsyayê ya di qonaxa nû de û got:
"Eger ji aliyê wan koman ve daxwazek hebe ku Rûsya rolekê bilîze, em amade ne guh bidin wan da ku em bizanin bi taybetî pêwîstiya wan bi çi heye."


