Munîh (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Maltayê ragihand ku ji bo bidestxistina ewlehî û xweşguzeraniya aboriyê divê Ewropa sînorên xwe biparêze.
Her wiha eşkere kir ku Malta yek ji wan welatan e ku pêşniyara avakirina navendên vegerandina koçberan kiriye.
Wezîrê Karên Navxwe yê Maltayê Glenn Bedingfield li Almanyayê ji nûçegihana Tora Medyayî ya Rûdawê Ala Şaliyê re li ser mijara koçberan û parastina sînoran got:
"Pêwîst e Ewropa sînorên xwe yên derve biparêze ji ber ku dema hemû welat sînorên xwe biparêzin, dê welat ewletir bin."
Wezîrê Karên Navxwe yê Maltayê da zanîn ku ewlehiya welatan aramiyeke derûnî û ewlehiyeke zêdetir diafirîne û anî zimên:
"Ewlehî, xweşguzeraniyeke aborî ya zêdetir tîne."
Glenn Bedingfield li ser naveroka civîna xwe ya li Almanyayê û wan xalên girîng ên ku wan tekezî li ser kiriye diyar kir ku gelek ji welatên beşdar ramanên xwe kirine yek.
Wezîrê Maltayî da zanîn ku pêwîst e li ser wan ramanan dan û standin û nêrîn bên parvekirin da ku bizanin "ka ew dê çawa peymana koçê bihêztir bikin û di bicihanîna wê de hevkariyê bidomînin."
Navendên vegerandina koçberan
Wezîrê Karên Navxwe yê Maltayê li ser pirsa Rûdawê ya têkildarî projeya Navendên Vegerandina Koçberan eşkere kir ku ev raman ji aliyê wan ve hatiye pêşniyarkirin û got:
"Bi rastî Malta yek ji wan welatan bû ku pêşniyara van navendên vegerandinê kir û em di wê baweriyê de ne ku ev yek ji bo bipêşveçûnê rêyek e."
Lûtkeya 2yemîn a Koçberiyê ya Munîhê doh wezîrên karên navxwe yên Ewropayê û rayedarên Yekîtiya Ewropayê anîn ba hev da ku kontrolkirina tund a sînoran gotûbêj bikin.
Mijarên sereke yên lûtkeyê bihêzkirina sînorên derve yên Yekîtiya Ewropayê, lezkirina dersînorkirinê û avakirina navendên vegerandina koçberan li wan welatên ku ne endamên Yekîtiya Ewropayê ne bûn.




