Hewlêr (Rûdaw) - Li seranserî Fransayê nêzîkî 850 hezar mamoste ji ber kêmbûna mûçeyan, giraniya debara jiyanê û birînên budceyan dest bi greveke berfireh kir.
Vê çalakiyê li gelek bajaran bandoreke giran li jiyana rojane û pergala perwerdeyê kir.
Dibistan hatin girtin, perwerde sekinî
Bi destpêkirina grevê re, li gelek herêmên Fransayê perwerde bi tevahî an jî qismî sekinî.
Li gorî daneyên pêşîn ên sendîkayên mamosteyan, bi taybetî di asta pêşdibistan û dibistanên seretayî de rêjeya beşdariya mamosteyan gihîştiye asteke bilind.
Li Parîs û derdora wê jî xwendekarên lîseyê deriyên dibistanan girtine û piştgirî didin çalakiyên mamosteyên xwe.
Sedema hêrsbûnê mûçe û polîtîkayên budceyê ne
Sendîkayên mamosteyan di daxuyaniya xwe ya hevpar de diyar dikin ku mûçeya bingehîn a nêzîkî 862 hezar karmendî di asta mûçeya kêmanî de ma ye.
Çalakvan dixwazin ku endeksên mûçeyan werin zêdekirin û birîna budceyê ya ku hikûmetê ji bo plansaziya paşerojê daniye holê were betalkirin.
Her wiha dixwazin ku di rojên nexweşiyê de birîna pereyan ji mûçeyên wan were rakirin.
Mamosteyên Fransayî ji hevpîşeyên xwe yên Ewropayî kêmtir mûçe werdigirin
Li gorî raporên saziya OECD û rojnameya Le Mondeyê, mûçeyên mamosteyên li Fransayê li gorî welatên din ên bipêşketî pir kêm e.
Mamosteyekî Fransayî mehane nêzîkî 900 euro kêmtir ji karmendên din ên heman pîşeyî werdigirin.
Ev rewş dibe sedem ku li Fransayê rêjeya razîbûna mamosteyan ji mûçeyên xwe pir kêm bibe û tenê di asta ji sedî 20an de bimîne.
Xwenîşandan li kolanan berdewam dikin
Greva ku îro serê sibehê dest pê kir, li bajarên mezin ên mîna Parîs, Lyon, Nantes û Rennesê bi xwenîşandanên girseyî berdewam dike.
Ji bilî dibistanan, di gelek xetên trên û veguhastina giştî de jî sekinandin û derengketinên mezin çêbûn.
Şerê siyasî gur dibe
Li gel greva mamosteyan, xwendekarên lîseyê jî ji ber pirsgirêkên mîna kêmbûna mamosteyan û qerebalixiya polan dest bi girtina dibistanan kiriye.
Di vê navberê de, nakokiyên siyasî yên li ser van çalakiyan jî derketin asta herî jor.
Serokwezîrê Fransayê Sebastien Lecornu bi tundî berteka xwe nîşan da û ragihand ku şewat û tundiya li nêzîkî dibistanan nayên qebûlkirin.
Serokwezîr diyar kir ku divê pirsgirêkên lîseyan werin guhdarîkirin lê belê gurkirina van çalakiyan wekî "bêberpirsiyarî" bi nav kir.
Her wiha wezîrên hikûmetê Partiya Çep a Radîkal tawanbar kir ku çalakiyên ciwanan ji bo berjewendiyên polîtîk bi kar tîne.
Li aliyê din, Serokê Partiya Çep a Radîkal Jean-Luc Mélenchon bersiv da hikûmetê û got ku xwendekarên lîseyê tenê mafên xwe diparêzin lê hikûmet bi tundî û bi helwesteke "nijadperest" êrîşî wan dike, lewra bang li aligirên xwe kir ku li her derê piştgiriya ciwanan bikin.
Serokwezîr Lecornu ev tawanbariya nijadperestiyê wekî "tawanekî mezin" pênase kir.
Wezareta Karên Navxwe ya Fransayê ragihand ku di çalakiyan de zêdetirî 160 kes hatine girtin û gelek polîs û xwendekar jî birîndar bûne.


