Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) hişyarî da û ragihand ku ji ber kêmbûna berçav a budceyê, parastin û pêşkêşkirina xizmetguzariyan ber bi rûxînê ve diçe.
UNHCR da zanîn ku ji ber vê yekê nêzîkî 8,3 milyon penaber û koçber di bin metirsiya windakirina alîkariyên sereke de ne.
Ajansê di raporeke xwe de amaje bi daketina budceyê kir.
Li gorî raporê, budceya wan a li ber destan ji 5,2 milyar dolaran a sala 2024an daketiye 3,9 milyar dolaran a sala 2025an.
Ji bo parastina penaberan îsal pêwîstiya ajansê bi 8,5 milyar dolaran heye.
Lê heta dawiya meha tîrmehê tenê ji sedî 32yê wê hejmarê (ku dike 2,7 milyar dolar) bi dest wan ketiye.
Dê 8,3 milyon kes alîkariyan winda bikin
Li gorî raporê, kêmbûna budceyê pêvajoya piştgirî û parastina penaberan li herêmên herî mezin ên koçberiyê yên cîhanê ber bi xala rûxînê ve dibe.
Eger rewş bi vî rengî bidome, dibe ku nêzîkî 8,3 milyon kes alîkariyên Neteweyên Yekbûyî winda bikin.
Birêvebira Pêwendiyên Derve yên Ajansa Penaberan Dominique Hyde jî li ser heman mijarê axivî û got:
"Nabe ku xizmetguzariyên parastinê heta hetayê werin kêmkirin bêyî ku pergal têk biçe.
Di bin asteke diyarkirî re, xizmetguzarî ne tenê nagihîjin hejmareke kêmtir a mirovan, belkî bi temamî ji kar dikevin.
Ew kesên ku herî zêde metirsî li ser wan heye bê parastin dimînin."
Bandora li ser welatan
Kêmbûna budçeyê bandoreke rasterast li ser çend welatan kiriye:
Li Îraqê: Nêzîkî 350 hezar penaber û daxwazkarên mafê penaberiyê, di bin metirsiya windakirina derfeta beşdariya aborî de ne.
Li Sûriyeyê: 162 hezar û 500 koçber û penaberên vegeriyayî dê ji alîkariyên darayî yên destpêkê yên ji bo avakirina jiyana xwe bêpar bimînin, eger bi lez pere neyên dabînkirin.
Li Çadê: 319 hezar penaber dê rûbirûyî derengketina tomarkirinê bibin. Her wiha 233 hezar zarok jî dê xizmetguzariyên parastinê winda bikin.
Li Etiyopyayê: Xizmetguzariyên parastina zarokan li hinek deveran ji sedî 85 kêm bûne.
Li Sûdanê: Bi dehan hezar rizgarbûyên tundûtûjiya seksî dê ji xizmetguzariyên girîng bêpar bimînin.
Karmendên ajansê kêm dibin
Ji bilî kêmbûna xizmetguzariyan, ajansê di sala 2025an de nêzîkî 5 hezar karmend ji dest dane.
Ev hejmar dike zêdetirî çaryeka tevahiya hêza kar a rêxistinê.
Piraniya vê kêmbûnê vedigere kêmbûna alîkariyên Amerîkayê û kêmbûna bexşînên welatên din.
Amerîka wekî bexşînera herî mezin a dîrokî ya ajansê tê dîtin.
Li gorî pêşbîniyan, di dawiya sala 2025an de li cîhanê nêzîkî 117,8 milyon kes koçber bûne.
Ji wê hejmarê 35,6 milyon kes wekî penaber di bin çavdêriya Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî de ne.
Beşeke zêde ya wan ji welatên Venezuela, Ukrayna, Sûriye, Efxanistan û Sûdanê ne.


