Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Berdevkên Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) Sean Parnell daxuyaniyek ragihand ku hêzên wan ji Hewlêrê vedikişin.
Serokê Berdevkên Pentagonê Sean Parnell daxuyaniyek belav kir û tê de bidawîhatina fermî ya erkê leşkerî ya Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞê ya li Îraqê ragihand.
Wî her wiha diyar kir ku vekişîna hêzên Koalîsyonê ya ji Baregeha Asmanî ya Hewlêrê, xala bidawîbûna serkeftî ya wê erkê 12 salî ye.
Dawiya operasyoneke 12 salî
Li gorî daxuyaniya Pentagonê ya îro, Amerîka û hevbeşên wê yên di Koalîsyona Navneteweyî de, bi awayekî fermî dawî li operasyona leşkerî ya bi navê "Pêdagiriya Polayî" ya li Îraqê anî.
Ev yek di çarçoveya daxuyaniya hevbeş a meha Îlona 2024an a di navbera Washington û Bexdayê de û li gorî berjewendiyên niştimanî yên Amerîkayê pêk hat.
Berdevkê Pentagonê li ser vê yekê got, "Vekişandina hêz û alavên leşkerî yên hevpeymanan a ji Baregeha Asmanî ya Hewlêrê ya li Herêma Kurdistanê, bidawîhatina serkeftî ya wê erkê leşkerî nîşan dide.
Vê erkê di maweyê 12 salên borî de kir ku DAIŞ têk biçe û wekî gefeke leşkerî ya rêxistinkirî li Îraq û tevahiya herêmê nemîne.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev qonax, guherîna erkê Koalîsyonê yê serdema şer e ji bo hewleke ewlehiyê ya bi serkêşiya Îraqê.
Bi gotina wî ew hewl dê bi rêya pêwendiyeke ewlehiyê ya dualî ya asayî ya di navbera Washington û Bexdayê de were piştgirîkirin.
Rola Hêzên Pêşmergeyan
Pentagonê bal kişand ser rola Hêzên Pêşmergeyan û got:
"Em li bendê ne ku hêzên ewlehiyê yên Îraqê, serkêşiya wan hewldanên berdewam bikin. Hêzên Pêşmergeyan û hêzên ewlehiyê yên din ên Herêma Kurdistana Îraqê jî di nav vê pêngavê de ne.
Armanca van hewldanan parastina asayîşa Îraqê û serkutkirina paşmayên DAIŞê ye."
Her wiha Wezareta Şer a Amerîkayê dê pêşkêşkirina rahênanên taybet û piştgiriya îstixbaratî ya ji bo hevbeşên xwe yên Îraqî û Kurd bidomîne.
Berpirsyarî êdî ya hikûmeta Îraqê ye
Berdevkê Pentagonê da zanîn ku ji niha û pê ve berpirsyariya sereke ya rûbirûbûna astengiyên ewlehiyê yên mayî yên Îraqê, di stûyê hikûmeta Îraqê de ye û got:
“Ev astengî paşmayên DAIŞê û wan komên çekdar ên nêzîkî Îranê li xwe digirin ku serweriya Îraqê û aramiya herêmê têk didin.
Di heman demê de Amerîka dê pêbendî têkoşîna li dijî terorê be. Amerîka dê xebatên xwe yên bi hevbeşên xwe re bidomîne da ku garantî bike DAIŞ ti carî nikaribe li ser axa Îraqê careke din xwe bi rêxistin bike.”
Di dawiya daxuyaniya Wezareta Şer a Amerîkayê de hat destnîşankirin ku Washington piştgiriyê dide Îraqeke bihêz û xwedî serwerî ku karibe sînor û welatiyên xwe biparêze.
Li gorî daxuyaniyê ev yek dê bibe bingehek ji bo hevkariyeke kûrtir a bazirganî, dîplomatîk û ewlehiyê ya di navbera her du welatan de.



