Hewlêr (Rûdaw) - Rûsyayê bi awayekî fermî hişyarî da NATOyê ku eger ew hewl bide herêma Kaliningradê ji Rûsyayê qut bike û rêyên wê bibire, ew amade ye çekên nukleer bi kar bîne.
Kaliningrad herêmeke Rûsyayê ye ku dikeve ser Deryaya Baltîkê û ji aliyê welatên endamên NATOyê (Polonya û Lîtvanya) ve hatiye dorpêçkirin.
Li gorî belgeyeke dîplomatîk a ku ji NATOyê re hatiye şandin û ajansa Reutersê naveroka wê eşkere kiriye, Moskowê NATO bi meşandina rêyeke “metirsîdar û bêtirs” tohmetbar kiriye ku rîska mezin a derketina şerekî çekdarî yê rasterast bi xwe re tîne.
Di belgeyê de hatiye diyarkirin:
“Eger welatên NATOyê hewl bidin herêma Kaliningradê dorpêç bikin û ji axa sereke ya Rûsyayê qut bikin, Rûsya amade ye hemû cebilxane û şiyanên xwe yên leşkerî, di nav de çekên nukleer jî, ji bo parastina axa xwe bi kar bîne.”
Her wiha Moskowê hişyarî da ku di senaryoyeke bi vî rengî de, îhtimal heye ku Rûsya ji destpêka pevçûnan ve rasterast navendên biryardanê yên li welatên endamên NATOyê bombebaran bike.
Girîngiya stratejîk a Kaliningradê
Kaliningrad parçeyeke dabeşbûyî ya Rûsyayê ye ku çekên herî bipêşketî lê hatine bicihkirin.
Rûbera wê hinekî ji eyaleta Connecticutê ya Amerîkayê mezintir e û bi temamî ji aliyê welatên NATOyê ve hatiye dorpêçkirin.
Ev rewş dihêle ku Moskow ji bo parastina wê herêmê her tim hest bi metirsiyê bike.
NATO: Bila Rûsya dev ji gotara nukleerê berde
Li hemberî van gefan, Hevpeymaniya NATOyê di bersiveke nivîskî de ku ketiye destê Reutersê, tekez kir ku NATO hevpeymaniyeke parastinê ye û pêbend e bi parastina endamên xwe ya li hemberî hemû gefan.
Di bersiva NATOyê de hat gotin:
“Ti rahênan û çalakiyên NATOyê gef li ser axa Rûsyayê çênakin.
Em ji Federasyona Rûsyayê dixwazin ku dawî li dagirkeriya xwe ya li ser Ukraynayê bîne.
Her wiha em dixwazin ku ew dev ji van helwestên xwe yên xemsar ên li hemberî hevpeymanan berde û dawî li gotara xwe ya neberpirsyarane ya nukleerê bîne.”
Di heman demê de dîplomatekî NATOyê ji Reutersê re got:
“Ev nameya Rûsyayê tenê hewleke din e ji bo tirsandina Ewropiyan.
Bersiva NATOyê jî bibiryar û berpirsyarane bû.
Me tekez kir ku ti tişt rê li ber me nagire ku em piştgiriya Ukraynayê bikin.”
Berpirsekî payebilind ê parastinê yê Ewropayê jî bal kişand ser metirsiya rewşê û got:
“Piştî Şerê Sar ev cara yekem e ku Rûsya bi vî awayî gefan li me dixwe, lewma ev mijareke gelekî cidî ye.”



