Hewlêr (Rûdaw) - Benjamin Netanyahu ragihand ku saziyên wan ên îstixbaratê berê London ji plana Îranê ya ji bo êrişa li baregeheke asmanî ya li Brîtanyayê agahdar kiriye.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di heman demê de bi tundî rexne li hikûmeta Brîtanyayê girtin ku li hemberî vê hevkariyê, ceza bi ser Îsraîlê de sepandine.
Benjamin Netanyahu ji kanala Amerîkî ya Fox Newsê re eşkere kir ku beriya ku London 8ê Îlonê cezayan deyne ser berhemên Cihûyan wan agahî hûrgilî li ser vî planî dabûn wan.
Serokwezîrê Îsraîlê bi awayekî henekî li ser vê mijarê got:
"Hûn dixwazin bizanin rewşa li wir çi qasî ecêb û bêwate ye?
Me agahiyên îstixbaratê dan Brîtaniyan ku dê êriş pêk were û ji aliyê Îranê ve tê piştgirîkirin lê tam roja din wan ceza bi ser me de sepandin."
Ev daxuyaniyên Netanyahu piştî wê yekê tên ku Serokwezîrê Brîtanyayê Andy Burnham ragihandibû "nîşanên bihêz" hene ku Tehran di nava liv û tevgereke gumanbar a li nêzîkî Baregeha Asmanî ya Fairfordê de cih digire.
Baregeha Asmanî ya Fairfordê ji aliyê artêşa Amerîkayê ve ji bo armancgirtina Îranê tê bikaranîn.
Beriya niha Serokê Amerîkayê Donald Trump jî qala îhtimala destwerdana Îranê ya di vê dosyeyê de kiribû.
Ev yek piştî wê hatibû kirin ku polîsê Brîtanyayê ji hebûna çend çekdaran a li nêzîkî barhilgireke li derdora baregehê hatibû agahdarkirin.
Polîtîkaya tund a Londonê ya li hemberî Tel Evîvê
Andy Burnham piştî ku dawiya meha Tîrmehê bû Serokwezîrê Brîtanyayê, li hemberî Îsraîlê polîtîkayeke tundtir meşandiye.
Burnham ji ber êrişên berdewam ên şêniyên Cihû yên li ser Filistîniyan ceza bi ser berhemên niştecihên Cihû de sepandibû.
Her wiha Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Ed Miliband tundiya li dijî Filistîniyên li Şerîeya Rojava wekî "paqijkirina etnîkî" bi nav kiribû.
Vê yekê jî aloziya dîplomatîk a di navbera London û Tel Evîvê de gihand asteke bilind.


.webp&w=3840&q=75)
