Hewlêr (Rûdaw) - PENa Navneteweyî bangî rayedarên Tirkiyeyê kir ku hemû dozên li ser akademîsyen û civaknasa Kurd Gulistan Yarkinê betal bikin û rêzê li azadiya derbirînê û azadiya akademîk bigirin.
Gulistan Yarkin ji ber lêkolînên xwe yên akademîk bi tohmeta "biçûkxistina miletê Tirk an jî saziyên dewletê" bi cezayê girtîgehê rûbirû ye û darizandina wê dê 6ê Çiriya Pêşîn li Enqereyê dest pê bike.
PENa Navneteweyî li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
Serokê PENa Navneteweyî Burhan Sonmez li ser vê dozê got:
"Nivîsên akademîk ên Gulistan Yarkinê li dijî vegotinên fermî ne û vê yekê ew kiriye armanca rayedarên Tirkiyeyê ku di bêdengkirina dengên serbixwe de berdewam in."
Sonmez her wiha anî zimên:
"Doza li dijî wê, hişyariyeke tirsê dide hemû nivîskar û akademîsyenên ku cesaretê dikin bikevin nav mijarên dijwar.
Divê ev doz yekser were betalkirin. Em bi Yarkinê re ne û em dê bipêşveçûnan ji nêzîk ve bişopînin."
Madeya 301ê ya Yasaya Cezayan
Gulistan Yarkin di qadên wekî dijberiya nijadperestiyê, mêtingerî, tevgerên civakî, xebatên Kurdî û pêwendiyên Tirk û Kurdan de lêkolînan dike.
Yarkin li gorî Madeya 301ê ya Yasaya Cezayan a Tirkiyeyê bi tohmeta "biçûkxistina miletê Tirk, Komara Tirkiyeyê, Parlamentoya Tirkiyeyê, Hikûmeta Tirkiyeyê yan jî saziyên dadweriyê yên dewletê" tê tawanbarkirin ku cezayê wê ji 6 mehan heta du salan girtîgeh e.
Tohmetên li ser Yarkinê ji ber teza wê ya doktorayê ne ku wê sala 2017an li Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Dewletê ya New Yorkê ya Amerîkayê (SUNY) amade kiribû.
Navê teza wê "Çêbûna Neteweyî-Nijadî û Mêtîngerî li Tirkiyeyê: Pêwendiyên Tirk û Kurdan ên li Taxa Karkeran a Zeytînburnuyê ya Stenbolê 1950-2017" e.
Desteya Zanîngehan a Tirkiyeyê sala 2020an serlêdana Yarkinê ya yekgirtina dîplomayê red kir.
Desteyê îdia kir ku hinek îfadeyên di tezê de li gorî Madeya 7/2yan a Yasaya Têkoşîna li Dijî Terorê û Madeya 301ê ya Yasaya Cezayan tawan in.
PENa Navneteweyî destnîşan kir ku ev xalên qanûnî gelek caran ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve ji bo bêdengkirina dengên rexnegir tên bikaranîn.
Darizandin 6ê Çiriya Pêşîn e
Tevî ku teza doktorayê ya Yarkinê hîn nehatiye çapkirin jî Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê 17ê Tebaxê li gorî Madeya 301ê îdianame amade kir.
Rûniştina yekem a li 92yemîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Enqereyê dê 6ê Çiriya Pêşîn were lidarxistin.
Gulistan Yarkin niha li Zanîngeha Hamburgê ya Almanyayê di çarçoveya bernameya Înîsiyatîfa Philipp Schwartzê de wekî lêkolera mêvan dixebite.
Ev doza ku berdewam dike rê li ber vegera wê ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê digire.
PENa Navneteweyî bangên xwe yên ji bo rayedarên Tirkiyeyê ducare dike ku bi temamî pêbendî erkên xwe yên navneteweyî bibin, azadiya derbirînê biparêzin, Madeya 301ê betal bikin û dawî li hemû tohmetên li ser Yarkinê bînin.
.webp&w=3840&q=75)


