Rewan (Rûdaw) - Bawermendên Kurd ên Êzidî çûn serdana Perestgeha Heft Mêrên Dîwanê ya Rewana paytexta Ermenistanê.
Perestgeha Heft Mêrên Dîwanê li gundê Aknalîçê ye ku 40 kîlometreyan dûrî Rewanê ye.
Perestgeh sala 2019an bi piştgiriya darayî ya xêrxwazê Kurd ê Êzidî Mîrza Çolo hatiye avakirin.
Birayê Mîrê Kurdên Êzidî Pismîr Îsmet Tehsîn Beg li ser serdanên perestgehê got:
"Xizmeta ruhanî ya her timî li vê perestgehê nayê kirin.
Bawermend tenê di rojên cejnên Êzidiyan ên taybet de tên serdana vir."
Şêxê Kurdên Êzidî yên Rûsyayê Şêx Qadirê Reşîd diyar kir ku ev perestgeh ji bo wan gelekî girîng e û anî zimên:
"Bilindahiya Perestgeha Heft Mêrên Dîwanê digihêje 24 metreyan û wekî perestgeha herî bilind a Êzidiyan tê hejmartin."
Bawermenda ji Almanyayê Barana Elo Ebdî li ser taybetmendiya perestgehê ev agahî dan:
"Heft qubeyên perestgehê nîşaneya 7 firîşteyan ango 7 melayîketên dînê Êzidîtiyê ne.
Qubeya navendî jî nîşaneya melekê sereke Melekê Tawis e."
Bawermendê ji Rûsyayê Nadirê Emer jî li ser serdanên bawermendan axivî û pê de çû:
"Her sal dawiya meha Îlonê bi hezaran bawermend ji Ermenistan, Ewropa, Rûsya û welatên din beşdarî merasîma salvegera vekirina vê perestgehê dibin."
Gora avakerê perestgehê Mîrza Çolo jî li kêleka perestgehê ye.
Di vê rojê de ji bo bîranîna wî bernameyeke hunerî tê lidarxistin.

.webp&w=3840&q=75)

