Hewlêr (Rûdaw) - Li peravên Girava Bakur a Zelandaya Nû herî kêm 12 nehengên kujer mirî hatin dîtin.
Li gorî nûçeya Radyoya Zelanda Nû, roja pêncşemê agahî gihîştiye berpirsên parastina jîngehê ku 15 nehengên kujer ên cûcik li peravê asê mane.
Xebatên rizgarkirinê
Berpirsê parastina jîngehê Joel Lauterbach da zanîn ku tîmên peywendîdar li gel komeke xwebexş li qeraxa Ninety Mileyê ya li herêma Far Northê dest bi operasyoneke rizgarkirinê kiriye.
Neheng li ser peraveke çend kîlometreyî belav bûbûn lê pêlên xurt ên deryayê, daketina ava deryayê û tarîbûna hewayê xebatên rizgarkirinê zehmet kirine.
Joel Lauterbach di dema binaxkirina nehengên mirî de got:
"Şert û mercên deryayê îro jî gelekî dijwar bûn."
Lauterbach eşkere kir ku rayedar ji bo têgihiştina hemû sedemên asêmana nehengan ji bo komkirina agahiyan dixebitin.
Di nûçeyê de hat bibîranîn ku sala 2018an jî 12 nehengên ji vî cureyê kêmpeyda li heman deverê asê mabûn.
Wê demê 8 neheng veguhastibûn avên aramtir lê tenê nehengek rizgar bûbû.

.webp&w=3840&q=75)
