Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Arjantînê ya bi serokatiya Javier Milei bernameyeke nû ragihand ku li hemberî veberhênanê mafê welatîbûnê dide biyaniyan.
Li gorî vê bernameyê, welatiyên biyanî dikarin di beramberî herî kêm 350 hezar dolar veberhênanê de bibin xwediyê welatîbûna Arjantînê.
Li gorî daxuyaniya fermî ya hikûmetê, ji bo bidestxistina welatîbûnê 2 rê hatine diyarkirin.
Rêya yekem, bexşîna rasterast a 350 hezar dolarî ye ji bo xezîneya dewletê ya ku venagere.
Rêya duyem jî kirîna bondeke hikûmetê ye bi bihayê 800 hezar dolarî ku bi taybetî ji bo vê mebestê tê derxistin.
Her wiha hevjîn û zarokên welatiyê biyanî jî dikarin bibin xwedî mafê welatîbûnê.
Ji bo hevjîn 100 hezar dolar û ji bo her zarokekî di bin 18 saliyê de 25 hezar dolar tê dayîn.
Wezareta Aboriyê ya Arjantînê ragihand ku dahata ji vê bernameyê tê dê ji bo bihêzkirina rewşa darayî ya dewletê were bikaranîn.
Her wiha ji bo pêşîlêgirtina spîkirina pereyan, hemû çavkaniyên darayî yên serlêderan di bin lêkolîneke hûr a ewlehî û darayî re derbas dibin.
Aboriya herî mezin a sêyemîn Amerîkaya Latînî ji ber kêmbûna veberhênana biyanî rûbirûyî tengasiyan dibe.
Li gorî amarên Rêxistina Hevkariya Aborî û Bipêşketinê (OECD), par Arjantînê tenê 3,134 milyar dolar veberhênana biyanî kişandiye.
Ev rêje li beramberî Brezîlyayê (zêdetirî 76 milyar dolarî) û Meksîkayê (zêdetirî 40 milyar dolarî) gelekî kêm e.
Hêza pasaporta Arjantînê
Ew kesê ku dibe xwediyê welatîbûna Arjantînê dikare pasaporta wî welatî jî wergire.
Pasaporta Arjantînê ji aliyê hêzê ve yek ji pasaportên herî biqîmet ên Amerîkaya Latînî û cîhanê ye.
Xwediyên vê pasaportê dikarin bê vîze an jî bi wergirtina vîzeyê ya li ser sînor biçin zêdetirî 170 welat û herêman.
Di nav van welatan de hemû welatên Herêma Schengenê ya Ewropayê, Brîtanya, Japonya û piraniya welatên Amerîkaya Başûr hene.
Ji ber van derfetan, tê çaverêkirin ku veberhênerên cîhanî daxwazeke zêde nîşanî vê bernameyê bidin.



