Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên payebilind ên birêvebiriya Trump li kampa havîngehê ya Camp Davidê li hev civiyan da ku pêngavên bê yên Washingtonê yên di şerê li Îranê de gotûbêj bikin.
Sê berpirsên Amerîkî ji medyaya welatê xwe re ragihand ku civîn roja înê di bin serokatiya Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance de pêk hatiye.
Di civînê de berpirsên payebilind ên ewlehiya neteweyî û parastinê amade bûn.
Wezîrê Karên Derve Marco Rubio, Wezîrê Şer Pete Hegseth, Birêvebirê CIAyê John Ratcliffe, Sererkanê Giştî yê Amerîkayê Dan Caine û Nûnerê Taybet ê Koşka Spî yê Kar û Barên Rojhilata Navîn Steve Witkoff beşdarî vê civîna girîng bûne.
Yek ji wan berpirsan diyar kir ku di civînê de "çend biryarên girîng hatine standin."
Ev civîn di demekê de ye ku dan û standinên ji bo bidawîanîna temam a vî şerî bê encam man û Trump ji nû ve destpêkirina operasyonên leşkerî yên berfireh dinirxîne.
Trump roja pêncşema borî di daxuyaniyekê de hişyariyeke tund da Tehranê û got:
"Divê ez biryarekê bidim. Yan dê Îran peymanê îmze bike, yan jî dê ji holê rabe."
Şerê li dijî Hûsiyan
Li gorî medyaya Amerîkayê, mijareke din a sereke ya civîna Camp Davidê daxwazên lezgîn ên berpirsên Erebistana Siûdî bûn.
Hat diyarkirin ku Erebistana Siûdî xwestiye balafirên şer ên Amerîkayê beşdarî operasyoneke berfireh a li dijî Hûsiyan bibin ku li beravên Deryaya Sor were kirin.
Riyadê bi hevkariya artêşa Yemenê plana operasyoneke berfireh daniye lê ji bo serkeftina wê pêdivî bi bombebaraneke giran a asmanî heye.
Koşka Spî heta niha amade nebûye ku li ser naveroka biryarên civîna Camp Davidê ti daxuyaniyên fermî bide.



