Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Koç û Penaberan a Federal a Almanyayê (BAMF) li ser pirsekê amarên nû yên penaxwazên Îraq û Başûrê Kurdistanê bi Tora Medyayî ya Rûdawê re parve kirin.
Berdevka Ofîsa Koç û Penaberan a Federal a Almanyayê Lioba Hebauerê diyar kir ku 21 hezar û 869 welatiyên Îraq û Başûrê Kurdistanê neçar in Almanyayê biterikînin.
Li gorî Ofîsa Koçê ya Almanyayê, biryara terikandina Almanyayê rasterast nayê wateya dersînorkirinê.
Ji 21 hezar û 869 welatiyên Îraq û Başûrê Kurdistanê, 19 hezar û 382 kes li gorî xala 60î ya yasaya rûniştinê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yan jî rewşên taybet mafê rawestandina demkî ya dersînorkirinê wergirtiye.
Lê belê 2 hezar û 487 kes ji vî mafî bêpar mane û dosyeyên wan ên dersînorkirinê di destê ofîsên biyaniyan ên herêman de ne.
Lioba Hebauerê li ser dosyeyên redkirî yên ji destpêka îsal ve ji Rûdawê re ragihand ku ji 1ê Kanûna Paşîn heta 31ê Tebaxê daxwaza mafê penaberiyê ya 2 hezar û 654 welatiyên Îraq û Başûrê Kurdistanê hatiye redkirin.
Ofîsê eşkere kir ku ji ber mafê yasayî yê îtiraza li dadgehê, ev redkirin wekî "redkirina dawî" nayê hejmartin.
Di 8 mehên destpêkê yên sala 2025an de mehane di navbera 310 û 638 daxwazên penaxwazên ji Îraq û Başûrê Kurdistanê hatibûn redkirin.
Amarên penaxwazên Başûrê Kurdistanê yên li Almanyayê
Li gorî amarên ku Ofîsa Koçê ya Almanyayê ji Rûdawê re şandine, ji 1ê Kanûna Paşîn heta 31ê Tebaxê bi giştî hezar û 937 welatiyên Başûrê Kurdistanê daxwaza penaberiyê kiriye.
Ji wan hezar û 319 kesan cara yekem forma penaberiyê tijî kiriye û 618 kesan jî piştî ku dosyeya wan a yekem hatibû redkirin an girtin daxwaza xwe nû kiriye.
Di sala 2025an de bi giştî 3 hezar û 295 daxwazên penaxwazên ji Başûrê Kurdistanê hatibûn tomarkirin.
Di 8 mehên destpêkê yên sala 2026an de Ofîsa Koçê ya Almanyayê lêkolîna li ser dosyeyên 3 hezar û 497 penaxwazên ji Başûrê Kurdistanê temam kiriye û biryara dawî daye.
Ji van dosyeyan 826 hatine qebûlkirin. Sala borî dosyeyên hezar û 553 kesan hatibûn qebûlkirin.
Di 8 mehên destpêkê yên sala 2026an de Ofîsa Koçê ya Almanyayê li gorî heman dema sala borî kêmtir lêkolîn li ser dosyeyan kiriye lê hejmara dosyeyên redkirî jî kêm bûye.
Dema ku 826 dosyeyên qebûlkirî bi tevahiya biryarên hatine dayîn (3 hezar û 497 dosye) re werin bidin ber hev, tê dîtin ku ji her 100 penaxwazan nêzîkî 24 kes hatine qebûlkirin.
Sala 2025an ji her 100 kesan tenê nêzîkî 17 kes hatibûn qebûlkirin.
Mafên ku hatine dayîn
Ew 826 kesên ku sala 2026an daxwazên wan hatine qebûlkirin, li ser çar cureyên parastina yasayî hatine dabeşkirin:
Mafê penaberiyê yê li gorî destûrê (5 kes): Asta herî bilind a parastina siyasî ye di destûra Almanyayê de ji bo kesên ku rewşa wan a siyasî taybet e.
Mafê mayînê yê li gorî Peymana Cenevreyê (465 kes): Parastina navneteweyî ye ji ber metirsiya li ser jiyanê ya li ser bingeha netewe, ol, baweriya siyasî yan jî endamtiya di komeke civakî ya diyarkirî de.
Wergirtina vî mafî, mafê rûniştinê yê 3 salan (ku dikare bibe herdemî), pasaporta şîn a geştê, mafê temam ê xebatê, xwendinê, birina malbatê (hevjîn û zarok) û alîkariya civakî garantî dike.
Prensîba herî girîng jî ew e ku dersînorkirin û vegerandina bi zorê bi temamî ji aliyê yasayê ve tê qedexekirin.
Mafê parastina duyemîn (60 kes): Didin wan kesên ku nayên vegerandin, ji ber ku li welatê xwe di bin metirsiya şkence û kuştinê de ne.
Cudahiya sereke ya bi mafê mayînê yê li gorî Peymana Cenevreyê ew e ku mayîna li gorî Peymana Cenevreyê parastineke temam e li hemberî çewisandin û şopandina kesane.
Lê belê parastina duyemîn di asta duyem de ye û didin kesê ku gefeke taybet li ser nîne lê ji metirsiyeke giştî ya wekî şer û bombebaranê reviyaye. Ji ber vê yekê destpêkê tenê mafê mayînê yê salekê tê dayîn û pasaporta şîn nayê dayîn.
Qedexeya dersînorkirinê ya li gorî xala 60î (296 kes): Asta herî nizm a parastina yasayî ye ku wekî penaberiya navneteweyî nayê hejmartin.
Di vê rewşê de Almanya daxwaza penaberiyê ya kesî red dike lê ji ber sedemên mirovî rê li ber vegerandina wî digire.
Ev yek wê demê tê îsbatkirin ku penaxwaz nexweşiyeke kujer an jî derûnî hebe û di dema vegerê de derman û çareserî dest nekeve û jiyana wî bikeve metirsiyê an jî di egera vegerandinê de rûbirûyî rewşeke mirovî ya gelekî xirab a wekî birçîbûn û nebûna pêdiviyên herî sereke yên mayînê bibe.
Dosyeyên redkirî û çarenivîsa dosyeyên ragirtî
Redkirina temam: Di 8 mehên destpêkê yên sala 2026an de daxwaza hezar û 843 Kurdên ji Başûrê Kurdistanê bi fermî hatiye redkirin.
Girtina dosyeyê: Dosyeyên 828 kesan ji ber sedemên îdarî hatine girtin (wekî vekişandina daxwazê ji aliyê wî kesî ve, windabûn û çûyîna welatekî din a li gorî Peymana Dublînê).
Di tevahiya sala 2025an de 4 hezar û 802 dosye bi temamî hatibûn redkirin.
Li gorî Yasaya Dublînê, penaxwazek li welatekî din ê Ewropayê (wekî Yunanistan, Bulgaristan an Xirwatistanê) şopa tiliyên wî hatibe wergirtin, Almanya lêkolînê li ser dosyeya wî nake û dosyeyê digire da ku wî vegerîne wî welatî.
Gelek caran jî dema ku penaxwaz dizane dê yekser were vegerandin, bi xwe kampê diterikîne û ber bi welatekî din ve diçe, bi vê yekê jî dosyeya wî bi fermî wekî girtî tê hejmartin.
Dosyeyên ragirtî: Heta dawiya meha Tebaxê li ser dosyeyên 788 penaxwazên Kurdên ji Başûrê Kurdistanê di nav Ofîsa Koçê de biryar li ser nehatine dayîn û di qonaxa lêkolîn, hevpeyvîn û pêdaçûnê de ne.
Ofîsa Koçê ya Almanyayê li ser pirsa Tora Medyayî ya Rûdawê ya derbarê wê yekê ku gelo Almanya bi çavekî cuda li dosyeya penaxwazên şêniyên Herêma Kurdistanê dinêre got:
"Pêvajoya dayîna mafê mayînê li Almanyayê bi temamî kesane ye.
Her çend cihê cografî û rewşa giştî ya herêmê li ber çavan werin girtin jî, cografya bi tenê biryara dawî diyar nake.
Di hevpeyvînê de bi hûrgilî pişkinîn ji bo wan belge û gefên rasteqîn tê kirin ku penaxwaz îsbat dike di egera vegera wî de li ser jiyana wî çêdibin."
Alîkariya darayî ji bo vegera dildarane
Ofîsa Koçê ya Almanyayê her wiha ragihand ku bi rêya Bernameya Mirovî ya Navneteweyî (REAG/GARP), piştgiriya darayî û lojîstîkî pêşkêşî wan penaxwazên Kurd dikin ku bi vîna xwe biryara vegera Herêma Kurdistanê didin.
Bi rêya navendên şêwirmendiya koçê di balyozxane û konsulxaneyan de di kirîna bilêta balafirê, dabînkirina xerciya destpêkê û derxistina belgeyên fermî yên geştê (pasaport an manîfest) alîkariya temam ji wan re tê kirin.



