Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Karsazên Demokratîk a Swîsreyê (SDAV) li bajarê Egerkingenê yê kantona Solothurnê ya Swîsreyê civiya.
Di civînê de bal hat kişandin ser rola hişê çêkirî ya di aboriyê de û çawaniya sûdwergirtina ji sermayeya karsazên Kurd ên li derveyî welêt.
Hejmareke berbiçav a kesayetiyên siyasî, aborînas û karsazên Kurd ên ji beşên cuda yên Ewropayê beşdarî civînê bûn.
Alîkarê Hevserokên DEM Partiyê Sezaî Temellî, Parlamenterê berê yê HDPyê Erol Katircioglu, Serokê Komeleya Karsazên Kurd a Almanyayê (AKEE) Hasan Sîrel, Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê Swîsreyê Tamer Gulî û nûnerên Yekîtiya Bazirganên Kurd a Fransayê (UEFK) di civînê de amade bûn.
Di destpêka civînê de, Endamê Desteya Birêvebir a Komeleya Karsazên Demokratîk a Swîsreyê (SDAV) Eyup Kavak ragihand ku ew bi hûrgilî pêşhatan dişopînin û got:
"Em dixwazin wê yekê gotûbêj bikin bê em dê çawa hişê çêkirî û teknolojiyê bixin xizmeta karsazên Kurd."
"Swîsre ji Dubaiyê aramtir e"
Serokê Desteya Birêvebir a SDAVê Jordi Alvarez li ser derfetên aborî yên li Swîsreyê amaje bi wê yekê kir ku hêza sereke ya aboriya Swîsreyê di demokrasiya wê de ye û anî zimên:
"Her tim Dubai wekî mînak tê nîşandan lê şerê li Îranê nîşan da ku ew der ne cihekî ew qasî aram û ewle ye."
Erol Katircioglu li ser pêvajoya çareseriyê û rola sermayeya Kurdan axivî û got:
"Pirsgirêka Kurdan ji bilî ku pirsgirêka nasnameya gelekî ye ku hatiye înkarkirin, di heman demê de pirsgirêkeke aborî ya cidî ye.
Sermayeya Kurdan a li diyasporayê dikare bi bipêşketina pêvajoyê re vegere û li wan deverên bipaşdemayî veberhênanê bike."
Her wiha Sezaî Temellî jî bal kişand ser dîroka zextên li ser Kurdan û rola berxwedanê ya di çareserkirina Pirsgirêka Kurdan de.
Civîn bi semînerên pisporên warê hişê çêkirî û dan û standina bîr û ramanan a di navbera karsazan de ya li ser plana aborî ya paşerojê bi dawî bû.



