Washington (Rûdaw) - Donald Trump ragihand ku ew dê li ser Îranê çend biryaran bide û tekez kir ku Îranê nikare bibe xwediyê çekên nukleer.
Serokê Amerîkayê Donald Trump pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde ya li ser civîna doh a berpirsên Amerîkayê ya li Camp Davidê û dayîna biryareke mezin a li ser Îranê bersivandin.
Trump di bersiva xwe de got:
"Biryarên me hene ku ez dê li ser Îranê bidim. Îran wêran bûye."
Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku dê gav bên avêtin û tenê awayê bicihanîna wan maye.
Trump li ser vê pirsê anî zimên:
"Tenê pirs ew e bê ka dê ev bi rêya hêsan bibe yan bi ya dijwar.
Ev kar dê bi rêya hêsan an jî bi rêya dijwar pêk bê."
Donald Trump li ser bernameya nukleer a Tehranê jî bi tundî helwesta xwe nîşan da û got:
"Îran nikare bibe xwediyê çekên nukleer."
Serokê Amerîkayê her wiha ji rojnamegeran re got:
"Wekî ku hûn pê dizanin, Îranê hema bêje bi temamî dev ji planên xwe yên ji bo bipêşxistina çekên nukleer berdaye."



