Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiye û Fransayê ji bo bihêzkirina pêwendiyên xwe yên di warê leşkerî û parastinê de "Nexşerêya Hevkariya Parastinê" îmze kir.
Her du welatan li ser bipêşxistina diyaloga stratejîk û avêtina gavên berbiçav ên hevkariyê li hev kir.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê di çarçoveya çalakiyên hevkariya leşkerî ya di navbera Tirkiye û Fransayê de gelek hevdîtinên di asta bilind de hatine kirin.
Di vê çarçoveyê de bi Wezîra Kar û Barên Hêzên Çekdar û Şervanên Dêrîn Alice Rufo, Serokê Ofîsa Taybet a Leşkerî ya Serokkomariya Fransayê Vincent Giraud û Birêvebirê Giştî yê Pêwendiyên Navneteweyî û Stratejiyê Guillaume Ollagnier re hevdîtinên berfireh hatine kirin.
Di hevdîtinan de rewşa niha ya pêwendiyên dualî yên di warê leşkerî û parastinê de û pêvajoyên diyaloga stratejîk hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan tekezî li ser girîngiya berdewamiya pêwendiyan a bi awayekî birêkûpêk kir û derfetên bipêşxistina hevkariyê ya di warê pîşesaziya parastinê û qadên leşkerî de nirxandin.
Armanca nexşerêyê
Encama herî girîng a hevdîtinan îmzekirina "Nexşerêya Hevkariya Parastinê" bû.
Armanca vê gavê ew e ku hevkariya parastinê ya di navbera her du welatan de derkeve asteke bilindtir û diyaloga stratejîk bikeve çarçoveyeke sazûmanî.
Vê gavê nîşan da ku peyamên erênî yên vê dawiyê yên di navbera serkirdeyên Tirkiye û Fransayê de veguherîne hevkariyeke şênber a di warê parastinê de.
Bi rêya vê nexşerêyê tê armanckirin ku hevkariya stratejîk a di navbera her du welatan de li ser bingeha berjewendiyên hevbeş kûrtir bibe û mekanîzmayeke nêzîktir a diyalogê li ser mijarên ewlehiyê yên herêmî were avakirin.



