Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) xerciya wan leşkerên Amerîkî zêde kir ku li herêmên şer û pevçûnan in.
Ev biryara Pentagonê hevdem e bi berdewamiya aloziyên leşkerî yên bi Îranê re.
Berdevkê Pentagonê Sean Parnell li ser torên civakî ragihand ku biryar ketiye warê bicihanînê.
Li gorî rêkarên nû, xerciya rûbirûbûna guleyên dijmin ji bo wan leşkerên ku rasterast rûbirûyî guleyan dibin, ji bo asta herî bilind ku mehane 450 dolar e hat bilindkirin.
Her wiha xerciya metirsiya takekesî ya ji bo wan leşkerên ku li herêmên şer û pevçûnan xizmetê dikin ji bo 275 dolaran hat zêdekirin.
Beriya niha asta herî bilind a ji bo her du xerciyan mehane 225 dolar bû.
Helwesta Trump
Birêvebiriya Donald Trump xwe ji bikaranîna peyva "şer" ji bo operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê dûr dixe.
Tevî ku êriş berdewam in û di hinek rewşan de leşkerên Amerîkî birîndar bûne jî Trump wekî "tiştekî ne ew qasî mezin" bi nav kiribû.
Li gorî amarên fermî yên Wezareta Şer a Amerîkayê, piştî ku birêvebiriya Trump bi hevkariya Îsraîlê 28ê Sibatê operasyonên li dijî Îranê dan destpêkirin, 19 leşkerên Amerîkî hatine kuştin û zêdetirî 860 leşker jî birîndar bûne.
Di heman demê de hinek berpirsên Amerîkî ji rojnameya Washington Postê re ragihandiye ku hejmara rastîn a wan leşkerên ku ji wê demê ve li Rojhilata Navîn mirine herî kêm 22 leşker in.
Her wiha hat diyarkirin, dibe ku ne hemû mirin rasterast ji ber şer û pevçûnan bin.



