Hewlêr (Rûdaw) - Joe Wilson nerazîbûneke tund nîşanî Heşdî Şebiyê û hikûmeta Îraqê da û ragihand ku bêrêziya çekdaran a li alaya Amerîkayê nîşaneya wê yekê ye ku Îraq bûye "parêzgeheke Îranê".
Endamê Kongreya Amerîkayê Joe Wilson her wiha xwest ku "Îraq ji bin desthilat û hegemoniya Tehranê were rizgarkirin."
Joe Wilson li ser hesabê xwe yê Xê çend wêne parve kirin ku tê dîtin çekdarên Heşdî Şebiyê yên ku beşek in ji hêzên ewlehiyê yên fermî yên hikûmeta Îraqê, bêrêziyê li alaya Amerîkayê dikin û pesnê desthilatdarên Îranê didin.
Joe Wilson di peyamê de berê gotina xwe da Serokwezîriya Îraqê û got:
"Eger ji bo ku hûn bizanin Îraq parêzgeheke Îranê ye pêdiviya we bi delîlên zêdetir hebû, va ye ev e delîl."
Wilson her wiha pirsî, "Gelo nêrîna we ya li ser Amerîkayê ev e?" û di dawiya peyama xwe de dirûşma "Îraqê ji Îranê rizgar bikin" nivîsî.
Joe Wilson di Komîteya Pêwendiyên Derve ya Kongreya Amerîkayê de endamekî diyar ê Komariyan e.
Wilson yek ji tundtirîn dijberên hegemoniya Îranê ya li Rojhilata Navîn e û ji bo sepandina cezayên tund ên bi ser komên çekdar ên li Îraq û herêmê de gelek pêşniyaryasa pêşkêş kirine.
Heşdî Şebî sala 2014an, piştî êrişên DAIŞê yên li Îraqê hat damezirandin.
Parlamentoya Îraqê sala 2016an bi awayekî fermî Heşdî Şebî wekî beşek ji hêzên çekdar ên Îraqê nas kir ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar (Serokwezîrê Îraqê) çavdêriya wê dike.
Tevî vê yekê jî Washington bi berdewamî rexneyan li desthilatdarên Bexdayê digire ku nekariye kontrola temam li ser hemû komên nav Heşdî Şebiyê bike.
Bi taybetî jî ew komên ku nêzîkî Tehranê ne û destê wan di êrişên li ser berjewendî û baregehên Amerîkayê de heye dibin sedema nîqaşên berdewam di navbera her du welatan de.



