Hewlêr (Rûdaw) - Pispora Kurd Dr. Pawan Sîrwan Dizeyiya ku li Îtalyayê ji bo destnîşankirin û dermankirina nexweşiyan li ser çêkirina "mêjiyê dîjîtal" ê robotan dixebite, îsal di rêzbendiyeke navneteweyî de serkeftineke mezin bi dest xist.
Dr. Pawan Sîrwan Dizeyî pispora fîzyolojiya laş û lêkolînera mêjiyê robotan e.
Wê di rêzbendiya navneteweyî ya "Top 1000 Scholar"ê de di qada "Kanal û Wergirên Îyonan ên di Çîpa Xaneyê de" (Ion Channels and Receptors) li seranserê cîhanê rêza 28emîn bi dest xist.
Pîvana bandora zanistî ya bilind
Di vê nirxandina nû ya cîhanî de Dr. Pawan ket rêza pêşîn a lêkolînerên qada xwe.
Wê di pîvana bandorê de (Impact Score) pileya 94,34an bi dest xist.
Ev nirxandin xwe dispêre bandora lêkolînan, afirandina ramanên nû, dîtina çareseriyên zêdetir, berdewamiya xebata zanistî û rola lêkolînerê ya di pêşxistina zanistê de di navbera salên 2021-2025an de.
Lêkolînên di kovarên asta bilind de
Pispora Kurd di warên fîzyolojiya laş, fîzyolojiya demarî, lêkolînên li ser nûbûna xaneyên mêjî û mekanîzmaya xaneyan de gelek lêkolîn di kovarên xwedî pîvana bilind (Impact Factor) de weşandine.



