Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Andrii Sybihara ragihand ku di êrişên van rojên dawî yên artêşa Rûsyayê de 78 sivîl mirine û wan xwest ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser vê mijarê bi lez bicive.
Andrii Sybihali ser hesabê xwe yê medyaya civakî bal kişand ser wê yekê ku Ukrayna di bin êrişên giran ên asmanî de ye û got:
"Ukraynayê ji bo bersivdana li hemberî pêla nû ya terora Rûsyayê xwest ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bicive."
“Di êrişan de 78 sivîl mirin”
Sybihada zanîn ku artêşa Rûsyayê 7ê Çiriya Pêşîn êrişî bajarê Prilukiyê kiriye û doh jî li Kramatorskê du otobûsên rêwiyan kirine armanc.
Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê her wiha eşkere kir ku êriş li ser Kîeva paytext jî hatine kirin û di encama êrişên van rojên dawî de 78 kes mirine û 215 kes jî birîndar bûne.
Sybiha derbarê êrişan wiha got:
"Tawankarê şer Putin (Serokê Rûsyayê) ku nikare ti encamê li qada şer bi dest bixe, terora li hemberî xelkê sivîl ê Ukraynayê zêde dike."
Banga li civaka navneteweyî
Sybiha angaşt kir ku Nûnertiya Timî ya Rûsyayê ya li Neteweyên Yekbûyî “ne rewa ye” û pê de çû:
"Divê civaka navneteweyî pêbendî prensîbên Peymannameya Neteweyên Yekbûyî bimîne û rê bide ku bersiveke berbiçav û guncav ji bo kiryarên Rûsyayê were dayîn."



