Hewlêr (Rûdaw) - Hiqûqnasa ji Afrîkaya Başûr û Komîsera Bilind a Berê ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Navi Pillay ji ber xebatên xwe yên di warê hiqûqa navneteweyî û parastina mafên mirovan de hêjayî Xelata Nobelê ya Aştiyê ya 2026an hat dîtin.
Komîteya Nobelê ya Norwecê eşkere kir ku xwediya Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2026an Navanethem "Navî" Pillay e.
Di daxuyaniya ku îro li Osloyê hat belavkirin de hat gotin ku Pillayê bi xebatên xwe yên di warê lêkolîn û darizandina tawanan de roleke girîng lîstiye.
Komîteyê da zanîn ku xebatên wê yên li ser tawanên şer, tawanên li dijî mirovahiyê û jenosîdê ji bo bihêzkirina hiqûqa navneteweyî xizmeteke mezin kiriye.
Erkên girîng fi dadweriya navneteweyî de
Navi Pillay sala 1941ê li bajarê Durbanê yê Afrîkaya Başûr di malbateke ji eslê xwe Hind de ji dayîk bû.
Wê xwendina hiqûqê li Zanîngeha Natalê temam kir û pişt re li Fakulteya Hiqûqê ya Harvardê bawernameya master û doktorayê wergirt.
Pillayê di serdema rejîma Apartheidê de parêzvaniya girtiyên siyasî û aktîvîstên li dijî nijadperestiyê kir û sala 1995an wekî dadwera Dadgeha Bilind a Afrîkaya Başûr hat tayînkirin.
Wê di heman salê de li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya ji bo Ruandeyê (ICTR) dest bi xebatê kir û pişt re bû seroka dadgehê.
Doza Jean-Paul Akayesu ya ku Pillayê tê de cih girtibû, ji bo hiqûqa cezayê ya navneteweyî bû werçerxaneke girîng.
Biryara vê dozê bû pêşîneke yasayî ku tundiya zayendî di çarçoveya komkujî û tawanên li dijî mirovahiyê de were qebûlkirin.
Pillay sala 2003yan di nav dadwerên pêşî yên Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (ICC) de cih girt û di navbera salên 2008-2014an de jî wekî Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî xebitî.
Rola wê ya di lêkolîna Xezeyê de
Pillay van salên dawî serokatiya komîteya lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku binpêkirinên mafên mirovan ên li Xezeyê lêkolîn dikirin.
Komîteyê Îlona 2025an raporek belav kir û gihîşt wê encamê ku Îsraîlê li Xezeyê jenosîd pêk aniye lê Îsraîlê ev tohmet red kir.
Pillay di doza jenosîdê ya li dijî Myanmarê de jî li Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî (ICJ) wekî dadwera demkî dixebite.
Merasîma fermî ya dayîna Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2026an dê 10ê Kanûna Pêşîn li Osloya paytexta Norwecê bê lidarxistin.



