Hewlêr (Rûdaw) - Li beravên Cîbûtiyê belemek bi 305 koçberan ve bin av bû.
Rêxistina Navneteweyî ya Koçê (IOM) ragihand ku di vê bûyerê de herî kêm 109 kes xeniqîn ku 15 zarok in.
Li gorî daxuyaniya IOMyê, belem şeva 8 û 9ê Çiriya Pêşîn ji Cîbûtiyê ber bi Yemenê ve diçû.
Belem li bakurê bajarê Obockê, li nêzîkî herêma Guhereyê bin av bûye.
Piştî binavbûna belemê xebatên lêgerînê dest pê kir û termê 109 kesan hat dîtin.
Hat diyarkirin ku ji wan zarokên canê xwe ji dest daye 9 keç û 6 jî kur bûn.
Her wiha termê 52 mêr û 42 jinan jî ji deryayê hat derxistin.
116 kes winda ne
Hat ragihandin ku di vê karesatê de 116 kes di deryayê de winda bûne.
Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku 80 kes sax hatine rizgarkirin û hemû jî welatiyên Etiyopyayê ne.
Li Navenda Bersivdayîna Koçberan a Obockê ya IOMyê ji bo 64 kesan stargeh, xwarin, pêdiviyên tenduristiyê û piştgirî hat dabînkirin.
Rayedarên Cîbûtiyê ji bo dîtina kesên winda xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomînin.
Hişyariya li ser rêya koçê ya rojhilatê
Serokê Mîsyona Cîbûtiyê yê IOMyê Alexandre Coissac ragihand ku wan bi hevkariya rayedarên xwecihî alîkariya lezgîn gihandiye qurbaniyan.
Alexandre Coissac destnîşan kir ku ev bûyer metirsiya mezin a li ser wan koçberan ducare nîşan dide ku hewl didin ji Qirna Afrîkayê biçin welatên Kendavê.
Li gorî daxuyaniya IOMyê, sala 2025an li ser vê rêya koçê zêdetirî 900 koçberî mirine yan jî winda bûne.
Her wiha Adara 2026an jî di qezayeke belemê de 9 kesan canê xwe ji dest dabû û 45 kes winda bibûn.



