کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Article hero image
Cîhan

CENTCOM îdiayên Îranê red dike: Hêza deryayî ya Îranê nemaye

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

28-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran28-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Yekîtiya Ewropayê ji Hewlêr û Bexdayê dixwaze ku pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin
Cîhan28-11-2026

Yekîtiya Ewropayê ji Hewlêr û Bexdayê dixwaze ku pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin

Ji ber ku bi Kurdî diaxivî rastî êrişê hatibû: Dadgeha Almanyayê 10 sal ceza birî
Cîhan28-11-2026

Ji ber ku bi Kurdî diaxivî rastî êrişê hatibû: Dadgeha Almanyayê 10 sal ceza birî

Amerîka ji Rûdawê re got: Em piştgiriya diyaloga Hewlêr û Bexdayê dikin
Cîhan28-11-2026

Amerîka ji Rûdawê re got: Em piştgiriya diyaloga Hewlêr û Bexdayê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ew îdiayên ku di 24 saetên borî de ji aliyê fermandarekî leşkerî yê Îranê ve li ser hêzên Amerîkayê û Tengava Hurmizê hatine belavkirin red kirin û ew wekî "derewên çêkirî" bi nav kirin.

CENTCOMê îro di daxuyaniyeke li ser tora civakî ya Xê de bersiv da sê îdiayên sereke yên wî fermandarê Îranî da.

Wergirtina du keştiyên petrolê

CENTCOMê li ser wê îdiayê ku qaşo Amerîkayê du keştiyên veguhastinê yên Îranê birine û paşê hêza deryayî ya Artêşa Pasdaran a Îranê di dema xewa leşkerên Amerîkayê de ew keştî wergirtine, ragihand:

"Îranê êdî hêza deryayî nemaye û tevahiya wê çîroka ku fermandarê leşkerî yê Îranê behsa wê kiriye, dereweke din a çêkirî ye."

Lêdana keştiya balafirhilgir a Abraham Lincolnê

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ew gotegot red kirin ku qaşo hêzên deryayî yên Îranê di roja yekem a Operasyona Xezeba Destanî (Epic Fury) de li keştiya balafirhilgir a Abraham Lincolnê xistine.

CENTCOM da zanîn ku koma keştiya balafirhilgir baş dihat parastin û ti carî ji aliyê Îranê ve lê nehatiye xistin.

CENTCOMê her wiha diyar kir ku keştiyê meha borî erkê xwe yê şer ê li Rojhilata Navîn bi serkeftî temam kiriye û bi silametî vegeriyaye.

Standina bacê li Tengava Hurmizê

Li ser wê îdiayê ku CENTCOM ji her keştiyeke ku di Tengava Hurmizê re derbas dibe 2,5 milyon dolaran distîne, CENTCOMê eşkere kir ku her çi qasî kontrola Tengava Hurmizê di destê hêzên Amerîkayê û hevparên wan ên li herêmê de be jî ti pere ji keştiyan nayê standin.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê amaje bi wê yekê jî kiriye ku hewlên wan azadiya keştivaniyê ji bo wê rêya avî ya navneteweyî vegerandiye.

Her wiha ragihandiye ku tevî destdirêjiyên bêhincet ên Îranê, bi hezaran keştî û bi milyaran bermîl petrola xav bi azadî û silametî di bin parastina Amerîkayê de di tengavê re derbas bûne.

Tengava Hurmizê yek ji rêyên avî yên herî stratejîk ên cîhanê ye û beşeke mezin a petrola xav a cîhanê tê re derbas dibe.

Pirsên