Fransa rastî pêleke berfireh a xwenîşdanan hatiye ku xwendekar, sendîkayên karkeran û karmendan li xwe digire.
Daxwazên wan ji başkirina rewşa dibistanan û derfeta ketina zanîngehê dest pê dikin û heta zêdekirina mûçeyan û baştirkirina xizmetguzariyên giştî diçin.
Ev nerazîbûnên ku ji meha Îlonê ve dest pê kiriye, li hinek bajaran bûne sedema talankirin, agirberdan û pevçûnên li gel hêzên ewlehiyê.
Raporeke rojnameya Guardianê ya Brîtanî bal kişandiye ser dilgiraniya xwendekaran a derbarê kêmbûna mamosteyan, qelebalixiya polan û nediyariya paşeroja wergirtina wan a li zanîngehan de.
Bi berfirehbûna xwepêşandanan re ev pirs jî bûn beşek ji nîqaşeke berfirehtir a li ser lêçûnên debara jiyanê, derfetên kar û xerciyên hikûmetê.
Qebareya xwepêşandanan nîşan dide ku dilgiraniyên xelkê gelek in.
Wezareta Karên Navxwe ya Fransayê 17ê Çiriya Pêşîn ragihand ku li seranserê welêt 550 hezar kes beşdarî xwepêşandanan bûne lê organîzator wê hejmarê wekî 800 hezar kesî diyar dikin.
Rewşa dibistanan û pirsgirêka wergirtina li zanîngehê
Xwendekar ji nebûna mamosteyan, wêranbûna avahiyên dibistanan û qelebalixiya nav polan ne razî ne.
Her wiha rexneyên tund li platforma fermî ya wergirtina zanîngehan digirin.
Aborînasê navdar ê Fransî Thomas Piketty dibêje, "Rêjeya lêçûna rasteqîn a hikûmetê ya ji bo her xwendekarekî xwendina bilind, di navbera salên 2017 û 2026an de nêzîkî ji sedî 20 daketiye."
Li gorî wî sedema vê ew e ku enflasyon û hejmara xwendekaran gelekî leztir ji qebareya budceya perwerde û xwendina bilind bilind bûye.
Bilindbûna bihayan û barê giran ê li ser malbatan
Ev xwenîşandan di bin siya pêleke nû ya enflasyonê de tên lidarxistin.
Desteya Niştimanî ya Amaran a Fransayê (INSEE) ragihand ku nîşaneya bihayên bikarhêneran di meha Îlona 2026an de li ser bingeha salane ji sedî 3,1 bilind bûye lê di meha Tebaxê de ji sedî 2,4 bû.
Di nav salekê de bihayê enerjiyê ji sedî 21,3 bilind bûye, berhemên petrolê ji sedî 36,2 biha bûne û bihayê mazotê jî ji sedî 44,1 zêde bûye. Her wiha bihayê xwarinê jî ji sedî 1,4 zêde bûye.
Zêdebûna lêçûna sotemenî û enerjiyê, rasterast barekî giran xistiye ser budceya malbatan û lêçûna karkirina şîrketan jî zêde kiriye.
Ji bo wan malbatên ku berê jî di bin guvaşa kirêya malê, veguhastin û pêdiviyên serekî de bûn, ev bihabûn dibe sedem ku dahateke kêmtir ji bo xerciyên din di destê wan de bimîne.
Asoya derfetên kar jî dilgiraniyeke din a mezin a ciwanan e.
Di çaryeka duyem a sala 2026an de rêjeya bêkariyê di nav ciwanên temen 15 heta 24 salî de gihişt ji sedî 21,6an, di heman demê de rêjeya bêkariyê di nav rûniştvanên amade yên ji bo karkirinê ji sedî 8,3 bûye.
Deynên giştî destê hikûmetê girê daye
Hikûmet rastî guvaşeke dualî hatîye. Ji aliyekî ve divê xizmetguzariyên giştî baştir bike û ji aliyekî din ve jî deynên giştî kontrol bike.
Sala 2025an kêmasiya budceya Fransayê gihişt 152,5 milyar euroyan ku dibe ji sedî 5,1ê giştî ya berhema navxweyî.
Her wiha deynê giştî ji sedî 115,6ê bildin bûye. Ev amar bûn sedema nakokiyên li ser xerciyên perwerdeyê û pêşengiya budceyê.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron tundiya li kêleka xwepêşandanan şermezar kir.
Mixalefetê jî rexne li awayê kiryarên hikûmetê ya li gel krîzê digire. Sendîka jî daxwaza zêdekirina mûçeyan, baştirkirina şiyana kirînê û parastina xizmetguzariyên giştî dikin.
Alozî û bandorên aborî
Xwepêşandanên 17ê Çiriya Pêşîn ji ber talankirin, agirberdan û êrişkirina ser avahiyên giştî û aloziyan zêdetir bûn. Ziyaneke mezin gihişt kerta bazirganî û milkên giştî.
Polîsan bi sedan kes desteser kirin û rêkarên tund ên ewlehiyê hatin wergirtin. Wan aloziyan barekî girantir ê aborî ava kir, bi taybetî ji bo wan esnaf û bazirganên ku ziyan dîtin.
Xwenîşandan di encamê de çendîn mijarên hestiyar di nav yek nîqaşa niştimanî de kom kirin.
Rewşa dibistanên Fransayê, asoya karê ciwanan, şiyana kirînê ya malbatan û şiyana hikûmetê ya ji bo dabînkirina darayî ya xizmetguzariyan di bin siya barê giran ê deynan de ye.
Awayê bersivdana hikûmetê ya ji bo van daxwazan dê arasteya qonaxa bê ya vê milmilaneyê diyar bike.



