کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

2 trênan qeza kir / Wêne: Torên civakî

2 trênan qeza kir / Wêne: Torên civakî

Cîhan

Li Spanyayê 2 trên li hev qelibîn: Bi dehan mirî û birîndar hene

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

28-10-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran28-10-2026

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir
Cîhan18-11-2026

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir
Cîhan18-11-2026

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev
Cîhan18-11-2026

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev

Hewlêr (Rûdaw) - Li Spanyayê 2 trênên rêwiyan ên ku di navbera Madrîd û Endulusê de diçûn, li nêzîkî bajarê Toledoyê li hev qelibîn.
Li gorî agahiyên destpêkê di qezayê de 39 kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Spanyayê EFEyê, qeza serê sibehê bi dema herêmî saet 08:54an (bi dema Hewlêrê 10:54) li nêzîkî bajarê Toledoyê rû daye.
Çavkaniyên xizmeta hawarçûnê ragihand ku di lihevqelibînê de 2 vagon ji kendalekî ketine.
Hat diyarkirin ku qeza ji ber lihevqelibîna trêna bilez a şirketa Renfeyê ya ku ji Madrîdê ya ber bi Sevillayê ve diçû û trêna bilez a şirketa Iryoyê ya ku ji aliyê berovajî ve dihat çêbûye.
Di nûçeyên çapemeniya Spanyayê de hat diyarkirin ku li gorî şahidên bûyerê gelek kes birîndar bûne û tîmên tenduristiyê gihîştine cihê qezayê.
Ji ber qezayê, seferên trênan ên di navbera Madrîd, Ciudad Real û Endulusê de bi awayekî demkî hatin rawestandin.
Berdevka Hikûmeta Herêma Castilla-La Manchayê ragihand ku trênên şirketên Renfe û Iryoyê piştî saet 09:00an li hev qelibîne.
Wê berdevkê da zanîn ku di qezayê de 2 vagonên trêna Iryoyê ji ser rêya hesinî derketine.
Her wiha hat eşkerekirin ku sedema qezayê û hejmara teqez a miriyan hîn bi temamî nehatiye diyarkirin.

Pirsên