Hewlêr (Rûdaw) - Li nêzîkî bajarê Toledoyê di encama lihevqelibîna du trênên bilez de karesateke mezin rû da û hejmara qurbaniyan her ku diçe zêdetir dibe.
Li Spanyayê, hejmara qurbaniyên karesata trênan a ku di navbera Madrîd û Endulusê de rû dabû zêde bû.
Li gorî agahiyên herî dawî yên ku ji aliyê çavkaniyên fermî û tîmên tenduristiyê ve hatine piştrastkirin, di qezayê de heta niha 64 kes mirin û herî kêm 80 kes jî birîndar bûn.
Du trênên rêwiyan li hev qelibîn
Qeza serê sibehê bi demjimêra herêmî 08:54an li nêzîkî bajarê Toledoyê rû da. Trêna bilez a şirketa dewletê Renfeyê ya ku ji Madrîdê ber bi Sevillayê ve diçû û trêna bilez a şirketa taybet Iryoyê ya ku ji aliyê din ve dihat, li ser heman xetê li hev qelibîn.
Berdevka Hikûmeta Herêma Castilla-La Manchayê di daxuyaniya xwe ya dawî de ragihand ku di dema qezayê de du vagonên trêna Iryoyê ji ser xeta hesinî derketine û ji kendalekî ve ketine.
Hat diyarkirin ku piraniya mirî û birîndarên giran ji nav van vagonan hatine derxistin û rewşa 50 birîndaran hîn jî giran e.
Çûn û hatina trênan rawestiya
Ji ber vê karesata mezin, Wezareta Veguhastinê ya Spanyayê ragihand ku hemû çûn û hatinên trênan ên di navbera Madrîd, Ciudad Real û herêma Endulusê de bi awayekî demkî hatine sekinandin.
Tîmên rizgarkirinê, polîs û helîkopterên hawarçûnê li cihê bûyerê xebatên xwe yên ji bo derxistina kesên di bin vagonan de mane berdewam dikin.
Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez bernameyên xwe betal kir û ji bo çavdêriyê çû cihê bûyerê.
Lêkolînên berfireh derbarê sedema jirêderketina her du trênan a li ser heman xetê hîn jî berdewam dikin.



