Hewlêr (Rûdaw) - Qonaxa sêyem a Fuara Kantonê ya 140î îro dest pê kir.
Ev qonaxa dawî ya fuarê dê heta 4ê Çiriya Paşîn bidome.
Di vê qonaxê de cil û berg, tekstîl, pêlav, çente û lîstok tên pêşandan.
Her wiha berhemên ji bo dayîk û zarokan, xwarin û amûrên tenduristî û werzişê jî li fuarê cihê xwe digirin.
Fuar ji 3 qonaxan pêk tê
Bernameya Fuara Kantonê ya îsal ji 3 qonaxan pêk tê.
Qonaxa yekem di navbera 15 û 19ê Çiriya Pêşîn de hat lidarxistin.
Di wê qonaxê de amûrên elektronîk, makîne, robot, enerjiya nû û wesayît hatin pêşandan.
Qonaxa duyem jî di navbera 23 û 27ê Çiriya Pêşîn de bû.
Di wê qonaxê de mobîlya, kel û pelên mal û metbexê, tiştên xemilandinê û diyarî hatin pêşandan.
Qonaxa sêyem jî îro dest pê kir û wekî qonaxa dawî ya fuarê tê dîtin.
Dîroka Fûara Kantonê
Fuara Kantonê sala 1957an hatiye damezirandin.
Ev fuar her sal du caran li bajarê Guangzhouyê yê Çînê tê lidarxistin.
Fuar di demsalên bihar û payîzê de deriyên xwe li ber mêhvanan vedike.
Fuara Kantonê li Çînê yek ji fuarên herî mezin û kevn ên bazirganiya navneteweyî ye.
Mişterî û hilberîner li vê fuarê tên ba hev û ew bi vî awayî pêwendiyên xwe yên bazirganiyê xurt dikin.


