Washington (Rûdaw) - Lêkolînera Kurd a li zanîngeheke Amerîkayê Şukriye Biradostiyê ragihand ku welatên wekî Rûsya û Îranê hewl daye destwerdanê di hilbijartinên Amerîkayê de bikin.
Lêkolînerê da zanîn ku armanca van welatan a sereke têkbirina baweriya xelkê ya bi pêvajoyê ye, ne guhertina encaman e.
Şukriye Biradostî lêkolînera doktorayê ya li Zanîngeha Virginia Techê ye.
Şukriye Biradostî îro beşdarî bernameya "Rêya Kongreyê" bû û daxuyaniyên girîng dan.
Ev bername ji aliyê Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê ve tê pêşkêşkirin.
"Destkarî di belgeyan de hatiye kirin"
Şukriye Biradostiyê li ser destwerdana Rûsyayê got:
"Li gorî belgeyan, di hilbijartinên 2016an de Saziya Îstixbarata Leşkerî ya Rûsyayê ketiye nav karûbarên Partiya Demokratan û destkarî di belgeyan de kiriye."
Wê lêkolînerê destnîşan kir ku di hilbijartinên dawî de jî belge hene ku Îranê hewl daye destwerdanê di hilbijartinên Amerîkayê de bike.
Li gorî gotinên lêkolînera Kurd, armanca sereke ya destwerdanan guhertina bîr û baweriya dengderan e.
Wan welatan bi ti awayî nikariye bikevin nav pergala dengdanê ya Amerîkayê û tenê dixwazin rewşê aloz bikin.
Şukriye Biradostiyê li ser vê yekê jî got:
"Tiştê herî girîng ew e ka baweriya xelkê çi qasî bi encamên dengdanê heye. Ji bo welatên wekî Rûsya yan Çînê, ya girîng ew e ku pergal birûxe."
Sextekarî û fêlbaziyên qanûnî
Lêkolînera Kurd sextekariya di hilbijartinan de jî nirxand û got, "Em nikarin bi teqezî bibêjin ku di hilbijartinên Amerîkayê de sextekarî nabe."
Wê da zanîn ku bi rêjeyeke kêm jî be sextekarî heye û ev yek bi taybetî jî li wan cihên ku koçber lê zêde ne pêk tê.
Şukriye Biradostiyê wekî mînak qal kir ku hinek kes bi hinceta ku Îngilîzî nizanin wergêran bi xwe re dibin û ew wergêr li şûna wan dengê xwe didin.
Wê hişyarî da ku ev yek dikare ji bo sextekariyê were bikaranîn.
Wê her wiha destnîşan kir ku carinan partî kesên wisa dikin namzed ku navên wan dişibin navên namzedên partiyên hevrik.
Biradostiyê da zanîn ku bi vî awayî dixwazin dengderan şaş bikin û wê ev pêngav wekî "fêlbaziyeke qanûnî" bi nav kir.
Pergaleke nenavendî û eniyên nû
Şukriye Biradostiyê li ser pergala hilbijartinê ya Amerîkayê jî got ku pergal nenavendî ye.
Namzed ji aliyê partiyan ve nayên diyarkirin û her welatiyê ku şertên wî guncaw bin dikare xwe bike namzed.
Lêkolînera Kurd qal kir ku di nav her du partiyên Demokrat û Komarî de du eniyên nû çêbûne.
Yek ji wan di nav Demokratan de "Pêşverû" ne û ya din jî di nav Komariyan de "MAGA" ye.
Biradostiyê eşkere kir ku her du enî jî li ser bingeha "Pêşî Amerîka" dixebitin û li dijî destwerdana derve ne lê di siyasetê de ji hev cuda ne.


