Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump da zanîn ku ew bi Îranê re di nav dan û standinan de ne û bi wan re "gelekî baş dixebitin".
Serokê Amerîkayê Donald Trump doh li Koşka Spî bersiva pirsa rojnamegerekî ya li ser peyama wî ya ji bo Îranê da û got:
"Me Îran têk bir û di 6-7 mehên borî de ti leşkerên me nemirine."
Trump her wiha li ser pêwendiyan anî zimên:
"Em bi Îranê re gelekî baş dixebitin û em bi wan re di nav dan û standinan de ne."
Ev gotinên Serokê Amerîkayê di demekê de ne ku niha bi navbeynkariya Qeterê di navbera Washington û Tehranê de dan û standin hene lê tawîzên ji aliyê her du aliyan ve kêm in.
Serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdilrehman Al Sanî ji Amerîka û Îranê xwest ku li şûna lêgerîna li peymaneke "bêkêmasî", peymaneke "baş" qebûl bikin.
Şêx Mihemed bin Ebdilrehman Al Sanî destnîşan kir ku her du welat nikarin bigihêjin peymaneke temam û îdeal.
Serokwezîrê Qeterê di konferansekê de li Brîtanyayê ragihand ku divê Washington û Tehran li şûna hewldana ji bo encameke îdeal, peymaneke baş pesend bikin.
Gotûbêjên li ser bernameya nukleer
Li gorî gotina dîplomatekî agahdarê dan û standinan ji bo Bloombergê, her du welat ji bo bidawîanîna şer nêzîkî hev bûne.
Heman dîplomatî da zanîn ku Tehran amade ye li ser dosyeya bernameya xwe ya nukleer biaxive ku berê red dikir gotûbêjan li ser bike.
Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê êrişî Îranê kiribû.
Tehranê jî bi êrişên bi mûşekan û bi dronan ên li ser Îsraîl û welatên cîran bersiva wan dabû.
Wekî beşek ji vê bersivê, Tehranê 2yê Adarê Tengava Hurmizê girtibû.



