Hewlêr (Rûdaw) - Marco Rubio di gotarekê de li Konferansa Salane ya Parêzgaran a li eyaleta Floridayê pesnê helwest û biryarên leşkerî û siyasî yên Donald Trump ên li hemberî Îranê da.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump berovajî gelek serokên pêşiya xwe, li şûna ku pirsgirêkê ji bo serokekî din taloq bike, rasterast rûbirûyî metirsiyên Tehranê bûye.
Marco Rubio di gotara xwe de da zanîn ku ji bo her serokekî vebijêrka herî hêsan ew bû ku dosyaya Îranê piştguh bike û çareserkirina wê ji bo serokên piştî xwe bihêle lê Trump hatiye hilbijartin da ku ji bo parastina paşeroja welêt biryarên dijwar bide.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê diyar kir ku karê yekem ê Trump parastina ewlehiya Amerîkiyan e li hemberî wan aliyên ku dixwazin welêt ji holê rakin û got:
"Karê herî hêsan ew bû ku wekî gelek serokên berê pirsgirêka Îranê bihatiba piştguhkirin, bihata danîn aliyekî û bihata gotin ku ev pirsgirêka serokê paşerojê ye.
Lê vî serokî ew nekir çimkî ya ku Îran dixwaze ne tenê jinavbirina welatê me ye, di heman demê de xirabkirina şêwaza jiyana me û çêkirina gefê ya li ser zarokên me ye."
"Nabe rejîmeke wiha xwedî çekên komkuj be"
Rubio li ser gihîştina Tehranê ya bi çekên nukleer hişyarî da û ragihand:
"Em nikarin di cîhanekê de bijîn ku tundrewtirîn û terorîsttirîn rejîma li ser rûyê erdê bibe xwediyê çekên komkuj.
Serokan li dû hev ev metirsî piştguh xist û rê da ku berdewam bike lê ev serok nehatiye hilbijartin da ku rê bide gef dirêj bibin."
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ji bo beşdaran peyamek da û got, ya ku Trump dike ji bo xelk û paşeroja welêt e.
Rubio destnîşan kir ku nifşên niha û yên paşerojê yên Amerîkayê deyndarê wan gavan in ku ji bo têkbirina gefan hatine avêtin.
Ev axaftinên Marco Rubio piştî gotara Alîkarê Serokê Karmendên Koşka Spî Stephen Miller a li heman konferansê hatin.
Li aliyekî birêvebiriya Trump bi rêya navbeynkariya herêmî hewl dide dest bi dan û standinên rasterast bike.
Li aliyê din jî serkirdayetiya birêvebiriya Trump tekez dike ku vebijêrka rûbirûbûnê ya li gel Îranê ya ji bo nehîştina bernameya wê ya nukleer, parçeyekî bingehîn ê parastina ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê ye.



