Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrên Karên Derve yên Koma 7an (G7) di daxuyaniyeke hevbeş de tekezî li ser girîngiya pêkanîna tam a peyman û lihevkirinên ji bo tevlîkirina hêzên Rojavayê Kurdistanê ya nava artêşa Sûriyeyê kir.
Wan her wiha piştgiriya xwe ji bo pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê nîşan da.
Wezîrên Karên Derve yên G7ê li Parîsê li hev civiyan.
Wezîrên Karên Derve yên G7ê piştî civînê daxuyaniyek hevbeş belav kir û ragihand:
"Em piştgiriya xwe ya bihêz a ji bo veguhastineke siyasî ya aştiyane û berfireh ber bi Sûriyeyeke yekbûyî, serwer û aram ducare dikin, bi awayekî ku rêzgirtina li mafên mirovan û azadiyên bingehîn ji bo hemû gelê Sûriyeyê dabîn bike."
Fermandarê Giştî yê wê demê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer 29ê Kanûna Paşîn a 2026an peymana tevlîkirina hêzên HSDyê û Rêveberiya Xweser a bi Şamê re îmze kiribû.
Wezîrên Karên Derve yên Koma 7an bal kişand ser girîngiya domandina şerê li dijî terorê û parastina sivîlan a li başûrê Sûriyeyê.
Wan her wiha xwest ku piştgirî li vejandina aborî û jinûveavakirina wî welatî were kirin.
Metirsiya nukleerê ya Îranê û aloziya li Tengava Hurmizê
Di beşeke din a daxuyaniyê de, welatên G7ê bal kişand ser rewşa Îranê û bipêşketinên ewlehiyê yên herêmê.
Koma 7an pesnê hewlên navbeynkarên herêmî yên ji bo çareseriyeke dîplomatîk a dosyeya nukleerê ya Îranê da lê tekez kir ku "divê bi ti awayî rê neyê dayîn ku Îran bibe xwediyê çekên nukleer."
Her wiha hişyarî da ku eger çareseriyeke dîplomatîk pêk neyê, welatên hevalbend dê ji bo sînordarkirina desthilata aborî û siyasî ya Îranê hevahengiya xwe bidomînin da ku rê li ber têkdana aramiya herêmê û cîhanê bigirin.
Wezîrên Karên Derve yên komê êrişên Îranê yên li ser welatên cîran, armancgirtina keştiyên sivîl û têkdana ewlehiya enerjî û bazirganiya navneteweyî ya li Tengava Hurmizê bi tundî şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ferzkirina bac, lêçûnên neyasayî an jî astengiyên li ber çûnûhatina deryayî ya azad a li Tengava Hurmizê nayên qebûlkirin.
G7ê her wiha piştgiriya xwe ji bo operasyonên parastinê yên Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ên pûçkirina mînan û destpêşxeriya hevpar a deryayî ya Fransa û Brîtanyayê nîşan da.
Koma 7an pêbendbûna xwe ya bi bicihanîna hemû cezayên Neteweyên Yekbûyî û mekanîzmaya vegerandina cezayan ragihand.
Koma 7an her wiha ji Tehranê xwest ku di demeke herî kurt de hevkariya xwe ya bi Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî re ji nû ve bide destpêkirin.
Welatên endam ên G7ê Îranê bi bikaranîna tundiyê ya li dijî welatî û axa welatên Rojava tohmetbar dikin.
Wan piştgirî da rapora Brîtanyayê ya derbarê tevlîbûna Îranê ya di bûyera ewlehiyê ya 27ê Îlonê ya li Baregeha Asmanî ya Fairfordê de.
Girtina Tengava Hurmizê û dan û standinên bi navbeynkariya Qeterê
28ê Sibata 2026an, Amerîka û Îsraîlê êrişî Îranê kir û wê jî bi mûşekan û bi dronan êrişî Îsraîl û welatên cîran kir.
Ji 2yê Adarê ve jî Tehranê Tengava Hurmizê girtiye ku beriya şer rojane ji sedî 20ê petrola cîhanê di ser re dihat hinartin.
Di demekê de ku Amerîkayê hêzên zêdetir ber bi herêmê ve birine, bi navbeynkariya Qeterê hewlek heye ji bo peymana di navbera Amerîka û Îranê de û dan û standin jî didomin.



