Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta British Columbiayê ya Kanadayê 4 hirçên boz hatin kuştin.
Hat ragihandin ku van hirçan êrişî dayîkek û keça wê kiriye û bûne sedema mirina wan.
Li gorî nûçeya BBCyê, Servîsa Parastina Xwezayê ya British Columbiayê li ser mijarê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku lêpirsîna li ser bûyerê bi dawî bûye.
Bûyer destpêka vê mehê li herêma Bella Coolayê rû dabû.
Di êrişa hirçan de Jennifer Balcarrasa 48 salî û keça wê Selah Reeda 20 salî miribûn.
Bi testa DNAyê hat tesbîtkirin
Di çarçoveya lêpirsînê de lêkolînên dadî û testên DNAyê hatin kirin.
Di encamê de hat tesbîtkirin ku êriş ji aliyê hirçeke dayîk û 3 têjikên wê ve hatiye kirin.
Mufetîş Jeff Tyre anî zimên ku her 4 hirç jî hatine kuştin.
Tyre da zanîn ku ev yek "ji bo parastina ewlehiya xelkê" û li gorî qanûnên jiyana kovî ya eyaletê hatiye kirin.
"Bûyerên wiha kêm diqewimin"
Tyre diyar kir ku bi îhtimaleke mezin hirçan ji ber xwezaya nêçîrkirinê ev êriş kiriye.
Wî her wiha destnîşan kir ku bûyerên bi vî rengî gelekî kêm diqewimin.



